Mizgefta Hezretî Silêman

(Ji Mizgefta Kelayê hat beralîkirin)

Mizgefta Hezretî Silêman yek ji mizgeftên dîrokî yên li Kela Hundirîn a Amedê ye. Ji aliyê ola Îslamê ve mizgefteke girîng e.

Mizgefta Hezretî Silêman
Mizgefta Hezretî Silêman

Ji aliyê mîrên Kurdan ve bo xatirê lawê serfermandarê artêşa Îslamê yê Amed dagirkiriye Xalid bin Welîd, di nava salên 11551169'î de hatiye çêkirin. Lawê Xalid Bîn Welîd, Silêman di dagirkirina Amedê de jiyana xwe jidest dida. Gorî hin qeydan mîrê Kurd Ebûl Qasim Nîşanî camî ne çêkiriye lê ji nû ve temîr kiriye.

Ji aliyê dewleta Mervanî ve mizgeft hatiye nûkirin. Li nêzîkî mizgeftê goristanên mezinên artêşa Îslamî ya bo dagirkirina Amedê hatibûn, hene. Ev goristan e ji aliyê bawermendên Îslamê ve wekî ziyaretgeh tên dîtin û ji gelek deveran bawermend bo serîlêdana wan tên. Herwiha mizgeft jî di dilê wan bawermendan de xwedî cihekê taybet e.

Çavkanî biguhêre