Mizgîn Hesko Mehmûd (jdb. 20ê çiriya paşîn a 1973an, Şelhûmiyê, Qamişlo), helbestvaneke kurd e. Di 20ê çiriya paşîn a 1973an de li gundê Şelhûmiyê ya ser bi bajarê Qamişloyê ve ji dayik bûye. Di destpêka xwe de, bi zimanê erebî helbestan dinivîse, û paşê bi kurdî. Piştî bombebarandina Helebceyê, yekemîn helbesta wê, ya bi navê Kes nehiştin, di Gelawêjê hatiye belavkirin. Mizgîn Hesko ta niha 2 xelat wergirtin e. Di 11ê çiriya paşîn 2012an li Hannoverê (Almaniya ) Bi helkefta 28emîn salvegera koça dawî ya Seydayê Cegerxwîn.Xelata rêzgirtinê wergirtiye ...ev xelat her sal ji layê Partiya Dimuqratî Pêşverû ve tête terxankirin.

Mizgîn Hesko
Jidayikbûn20ê çiriya paşîn a 1973an (50 salî)
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Di 27 çiriya pêşîn 2013an li Essenê (Almanya) xelata roja helbesta kurdî Li derve wergirtiye. Ev xelat jî salê carekê ji layê Hevbenda Nivîskar û Rojnamavanên Kurd li Sûryê tête dabeşkirin.

Berhemên çapkirî biguhêre

  • Tîpên evînê, Avdar 2007
  • Asoyekî tijî Endeko, Tîrmeh 2008
  • Di nav henasên kovanan de, Avdar 2010
  • Li ber pala welatekî birîndar di herikîm, Avdar 2012

Girêdanên derve biguhêre