Gundistana Mirgewer navê herêmeke gundistanî ye li Nahiyeya Silîvanayê ku bi Navçeya Ûrmiye ve girêdayî ye. Herêm dikeve parêzgeha Azerbaycana Rojava ya Rojhilata Kurdistanê

Herêma Mirgewer ketiye başûra bajarê Urmiyê. Dema mirov li geliyê Bendê derbaz dibe li sêrêya Rajanê ber bi aliyê başûr ve diçî.

Mirgewer ketiye ser tixûbên sê dewletên Iraq, Tirkiye u Îranê. Peymana Sêsînor li ser çiyayê Dalanper'î hatibû îmzakirin. Dema avabûna Komara Kurdistanê li Mehabadê ev peyman bi insiyativa nemir Qazî Mihemed li navbera kurdên parçeyên Kurdistanê hate imzakirin.

Mirgewer xwedî erdeke pirr bereket e. Zeviyên bir biberhem hene li vir. Genim, nok u gele cure giya u dahnên din li vir tên çandin. Berê pezdariyek berçav li vir hebû lê di wan salên dawiyê pirr kêm bûye.

Mirgewer roleke berçav di hemû serhildan u berxwedanên neteweyî li Kurdistana rojhilat hebûye. Lê netenê ev, herwisa beşdariya serhildanên bakur u başur jî kiriye. Gelek şedîd dayine.

Şadrewan Mistefa Barzanî li ser rêya xwe bo Yekitiya Soviyetê li Mirgewerê jî mabû. Ev şikefta ku ev têde mabûn bi navê vî hatiye binav kirin.tiştê balkêş ew e ku di berhema Ehmedê Xanî , Mem û Zîn de koka Beko ewan ku yekî nebaş bû ji Mergewerê ye!!

Koka Mirgewer biguhêre

Li ser vî navî gelek niqaş hatine kirin ku çi yek ji wan durust nînin. Hin dibêjin marg âvar (: Farisî) hin jî gelek dixebitin Kurdî derbînin. Lê eger kesek ermenî bizane dikare bi hêsanî bêje ku gewer di ermenî wateya bajarok yan jî navçeyê heye. Di Tirkiyeyê de jî navê Gever ser navçeyekê heye û di Ermenistanê de jî.

Eger em bipejirînin ku gewer bêjeyek cidaye em dikarin koka Tirgewer û Gewerê jî derxin. Niha me zanî ku gewer wateya navçeyê heye lê Mir yan Mar çiye?

Mêhr yan Mîthra bi wateya Roj ku navê xudayek pir kevne ku ayîna mêhrperestiyê li vî navî hatiye. Di serdema hatina Ariyayîan bi parzemîna Îranê ayîna Mehrperestiyê di Îran û dewr û berê wê rewac hebûye. Bi hatina Zerdeşt pêxemberê Îranî ayînên kevin di Îranê kêmkême li nav çûn. Di serdema Eşkaniyan de carek din wegerek bo layê ayînên kevin çêbû. Yekem padişahê Eşkanî navê xwe li xudayê Tîr girt padişahên dû wî li Mêhr girtin. Îran dikoşî da ku Ermenistanê Îranî ragire û fermandarên Îranî ser de dadinan. Her di vê serdemê de bû ku gelek bêjeyên Farisî û em bêjin Kurdî çû nav zimanê ermenî. Navên kevin û Îranî didan bi waran û bi vî awayî Îranî bûna wan radigihandin Navê Ermenistanê jî Îranê ser vî neteweyî dana bû.ermenî bi xwe dibêjine xwe Hayak û dibêjine welatê xwe Hayastan. dibe ku Navên Mirgewer û Tirgewer di wî zemanî de dana bin ser van navçeyan. Wate Tîr + gewer û Mêhr + gewer (her wekî Tîr+ data û Mithra + data) ku dibe parzemîna Tîr û parzemîna Mêhr. Bi şiv dana navê Tirgewer ev wateye çêtir rohn dibe.

b. Her wekî hun dizanin Mirgewer berê hemû rêl û arok bûye. Rêlên Bawa û Novî niha jî mane. Di zimanê ermenî de “mayrî” dibêjine daristana merxan yan darên kovî. Mayr jî him wateya Merxê heye him jî ya dayîkê. di ermenî de mayr, di Almaniya kevin de muor , di Farisi de murd, di Latinî de myrtus, di Yewnanî de myrtos, di Kurmancî de jî merx wateya dar yan jî heja kovî heye. Eger em vê bipejirînin, Margewer yanî navçeya merxan. Ya duyem dibe navçeya dayîkê. Divê em bêjin ku di Mirgewer û Tirgewer du girikên destçêkirî hene ku di serdema Urartuyan de hatine çêkirin.

Gundên ser bi navçeya Mirgewerê biguhêre

Çavkanî biguhêre