Michael L. Chyet
Michael L. Chyet (z. 1957), mamoste û zimannasekî amerîkayî ye.
Michael L. Chyet | |
---|---|
Jidayikbûn | 1957 ![]() |
Hevwelatî | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Ew fêhristsazê zimanên Rojhilata Navînê Pirtûkxaneya Kongreyê (Library of Congress) ya Washingtonê ye. Berê ew sernivîserekî bilind bû di Rajeya Kurdî de ya Dengê Amerîkayê û profesorê zimanê kurdî bû li Zanîngeha Parîsê û li Dezgeha Kurdî ya Washingtonê.
Di 2003an de ferhenga Michael Chyet a bi navê Kurdish-English Dictionary Ferhenga kurmancî-inglîzî derket. Di 2020an de jî ferhenga wî ya "Birûskî" bi sê cild hate çapkirin (Ferhenga Birûskî Kurmancî-Înglîzî, A-L, û Ferhenga Birûskî Kurmancî- Înglîzî, M-Z û Ferhenga Birûskî Înglîzî-Kurmancî)[1].
Nîmunek jî Ferhenga BirûskîBiguhêre
Rê = bi inglîzî: way, road
rê: way, road.[2]
road: rê; dirb; (country or rural) şiverê; (highway) cade.[3]
way: (road) rê; dirb; (manner, style) awa; celeb ....[4]
- ↑ http://www.rupelanu.com/michael-chyet-ferheng-diyariya-heri-mezin-a-ji-bo-biruski-bu-9716h.htm
- ↑ Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: Kurmanji–English Dictionary, Volume One: A–L (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. r. 101. ISBN 978-1-912997-04-6.
- ↑ Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: English–Kurmanji Dictionary, Volume Three: A–Z (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. r. 126. ISBN 978-1-912997-01-5.
- ↑ Chyet, Michael L. (2020). Ferhenga Birûskî: English–Kurmanji Dictionary, Volume Three: A–Z (bi îngilîzî) (Çapa 2). London: Transnational Press. r. 168. ISBN 978-1-912997-01-5.
ÇavkanîBiguhêre
http://www.rupelanu.com/michael-chyet-ferheng-diyariya-heri-mezin-a-ji-bo-biruski-bu-9716h.htm
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |