Metroya Amsterdamê (bi holandî: Amsterdamse metro) pergaleke veguhastina bilez a metroyê ye ku li paytexta Holanda ya Amsterdamê re xizmetê dike û berbi şaredariyên derdorê yên Diemen û Ouder-Amstel ve dirêj dibe. Metroya Amsterdamê heta sala 2019an ji şaredariya Amstelveen re jî xizmet dikir lê ev rê ji bo veguheztina xeta tramwayê hate girtin. Tora metroya Amsterdamê ji hêla pargîdaniya veguhastina gelemperî ya şaredariyê Gemeente Vervoerbedrijf (GVB) ve tê xebitandin ku di heman demê de tram, ferîbotên belaş û otobusên herêmî jî dixebitîne.

Di dema pêşandana çapemeniyê metroyek ji xeta M5 digihîje stasyona Kraaiennestê
Nexşeya xet û rawestgehên Metroya Amsterdamê
Koma testê ya tîpa M5 ya metroya Amsterdamê di dema pêşandana çapemeniyê de di Îlona sal 2012a de

Dîrok biguhêre

Planên yekem di sermawez a sala 1922an de endamên meclîsa şaredariya Amsterdam Zeeger Gulden û Emanuel Boekman ji alderman berpirsiyar Ter Haar xwestin ku li ser îmkana avakirina rêhesinek binerd li bajêr lêkolîn bike. Li ser vê yekê beşê şaredariya Karên Giştî raporên bi pêşniyarên ji bo jêrzemînê amade kir. Lêbelê ev plan di qonaxa plansaziyê de rawestiyan û heta salên 1950an dewam kir ku nîqaşa li ser trêna binerdê dîsa li Amsterdamê derkeve holê.[1][2]

Zêdebûna nifûsa piştî şer û zêdebûna seyrûsefera motorîze têgihiştina veguhastina trêna binerd a li Amsterdamê bi girîngî guhezand. Jiber ku di salên 1920an de, trêna binerdê pir biha dihat hesibandin, di nîvê sala 1950an de wekî çareseriyek realîst ji pirsgirêkên ku ji ber zêdebûna seyrûseferê derdiketin hate pêşkêş kirin. Di sala 1955an de, raporek ku ji hêla hukûmeta şaredariyê ve di derbarê hundurê bajarê Amsterdamê de hate weşandin ku bi sernavê Hollandî Nota Binnenstad tê zanîn, pêşniyar kir ku komîsyonek were saz kirin ku çareseriyên pirsgirêkên trafîkê yên ku Amsterdam pê re rû bi rû maye lêkolîn bike. Ev komîsyon, ku ji aliyê midûrê berê yê beşa Karên Giştî J.W. Clerx, paşê di Adara 1956an de hate saz kirin û rapora xwe Openbaar vervoer li de agglomeratie Amsterdam di sal 1960an de weşand.Qaymeqam û şaredarê Amsterdamê bi encamnameya raporta komîsyona Clerx razî bûn ku divê di demek nêzîk de li Amsterdamê sîstema trêna binerd bê çêkirin.[3]

Di Nîsana 1963an de wan Bureau Stadsspoorweg saz kir ku peywira wê hebû ku lêkolîna fersendiya teknîkî ya rêhesinek metropolê bike, tora rêyekê pêşniyar bike, rêza bijarte ya avakirina xetên cihêreng pêşniyar bike û bandorên neyînî yên wekî astengkirina trafîkê û hilweşandina avahiyan jibo avakirina metroyekê lêkolîn bike.[4] Di sala 1964 û 1965an de, Bureau Stadsspoorweg çar rapor pêşkêşî hukûmeta şaredariya Amsterdamê kir û ev plan di 30yê Tebaxa 1966an de ji raya giştî re hate diyarkirin. Di Adara 1968an de, parmend û şaredarê Amsterdamê paşê pêşniyarek pêşkêşî meclîsa şaredariya Amsterdamê kir ku ji bo avakirina tora metroyê bipejirîne ku meclîsê di 16yê Gulana 1968an de bi 38ê dengên erê û 3 dijber qebûl kir.[5] Li gorî plana bingehîn çar xet dihatin çêkirin ku tevahiya bajêr girêdide û li cihê gelek xetên tramwayê yên heyî bigire. Xeta rojhilat-rojava ji başûrrojhilat heya navçeya Osdorp bi riya stasyona trenê ya Amsterdam Centraalê, Xeta çemberek ji devera benderê ya rojavayî heta bajarokê derbajarî Diemenê, Xeta bakur-başûr ji navçeya bakur ji Amsterdam Centraalê heta xeleka trafîkê ya Weteringplantsoenê, bi du şaxên li her du aliyan ve û xeta duyemîn rojhilat-rojava ji navçeya Geuzenveld heta Gaasperplasê, hatin plankirin.[6]

Xetên metroyê biguhêre

Nav Reng Dirêjahiya xetê Destpêkirina xebatê Hêjmara rawestgehan Rojane hêjmara rêwiyan (2019)
Ringlijn   Gein - Isolatorweg 20,5 km 1997 20 100.200
Ringlijn   Centraal Station - Isolatorweg 18,7 km 2019 19 60.800
Noord/Zuidlijn   Noord - Station Zuid 9,7 km 2018 8 84.000[7]
Gaasperplaslijn   Centraal Station - Gaasperplas 11,7 km 1977 14 60.600
Geinlijn   Centraal Station - Gein 12,7 km 1977 15 73.500
73.3 km 76 379.100

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Jansen, Th. (1972). Is een Evolutionair Kader voor de Kulturele Antropologie Zinvol?. Dordrecht: Springer Netherlands. rr. 1–32. ISBN 978-94-015-2399-8.
  2. ^ composer., Schütz, Heinrich, 1585-1672, Psalmen Davids 1619, OCLC 903907184, roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  3. ^ composer., Schütz, Heinrich, 1585-1672, Psalmen Davids 1619, OCLC 903907184, roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  4. ^ composer., Schütz, Heinrich, 1585-1672, Psalmen Davids 1619, OCLC 903907184, roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  5. ^ composer., Schütz, Heinrich, 1585-1672, Psalmen Davids 1619, OCLC 903907184, roja gihiştinê 31 kanûna pêşîn 2021{{citation}}: CS1 maint: extra punctuation (lînk) CS1 maint: multiple names: lîsteya nivîskaran (lînk) CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (lînk)
  6. ^ Toh, Kevin (18 çiriya pêşîn 2018). "Plan-Attitudes, Plan-Contents, and Bootstrapping". Oxford Scholarship Online. doi:10.1093/oso/9780198828174.003.0001.
  7. ^ Meer mensen met metro dan met tram door Noord/Zuidlijn, www.nrc.nl; 26 september 2018. Gearchiveerd op 29 augustus 2021.