Mesûd Serfiraz
Nivîskarê û lêkolînerê kurd
Mesûd Serfiraz (jdb. 1987, Nisêbîn, Mêrdîn, Bakurê Kurdistanê) nivîskar û lêkolînerekî kurd e.
Mesûd Serfiraz | |
---|---|
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Jiyana wî
biguhêreDi sala 1987an de li gundekî Nisêbînê hatiye dinê. Di sala 2009an de, li Zanîngeha Stembolê lîsansa ziman û edebiyata tirkî qedandiye. Di 2011an de li Zanîngeha Mêrdînê ya Artuklu dest bi lîsansa bilind a ziman û çanda kurdî kiriye û di 2014an de bi amadekirina teza bi navê "Di Dewra Osmaniyan de Weşangeriya Kitêbên Kurdî (1844-1923)" jê mezûn bûye. Niha ew li zanîngehê lêkolînerê kurdî ye, li Zanîngeha Dicleyê doktoraya kurdî dike û di lijneya kovara Kürt Tarihi de cih digire[1]
Berhem
biguhêre- Osmanlı Kürdistanı/Kurdistana Osmanî. (Wekî endamê Koma Xebatên Kurdolojiyê beşdar), Weşanên bgst, Stembol, 2011.
- Dersên Şerîetê - Hedîsên Cenabê Pêxember. (Amadekar), Weşanên Avesta, 2012.
- Âdil Sultan: Selahaddin-i Eyyûbî. (Amadekar, bi Semih Gezer re), Weşanên Avesta, Stembol, 2012.
- Rojî Kurd 1913, (Edîtor, bi Serhat Bozkurt re). Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2013.
- Kurd, Kitêb, Çapxane. Weşanên Peywend, Stembol, 2015.
Çavkanî
biguhêre- ^ Mesûd Serfiraz (2015). Kurd, Kitêb, Çapxane. Weşanên Peywend, Stembol.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |