Menşewîkî

Di Emparatoriya Rûsî de partiyeke polîtîk (1898-1912)

Menşewîkî (Rûsî: меньшевики, bi peyvî "Hindikeparêz") fraksîyoneka di Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê bû. Ew li hembera fraksîyona Bolşewîkan û Lenin disekinî û wan bo sazkirina demokrasiya temsîlî, nimînî tekoşÎn dikir.

Berdevkên Menşewîkan Pawel Axelrod, Julius Martow û Alexander Martinow li Stockholm, 1917

Geschichte biguhêre

Parvebûna Partiya Sosyal Demokratê Karkarên Rûsyayê fraksîyonên Bolşewîk û Menşewîk di civîneka di sala 1903an de li Londonê bûyî de bûbû. Di wê civînê de hêldarên Leninê ko hilweşandina Çariya Rûsyayê û li şûna wê diktatoriya prolêteran dixwestinî, piraniya civînê pêk anîbû û bo wê hêldar û destekdarên Lenin wek Bolşewîkî (rûsî: bolşînstwo) hatibû nav kirin. Ew ên ko hindikeya civînê pêk anîbûn û berdevkên xwe Julius Martow, Pawel Axelrod û Alexander Martinow bûn jî wek Menşewîkî(rûsî menşînstwo) hatibû nav kirin. Leon Troçkî jî heta sala 1917an teva Menşewîkiyan bû.

Menşewîkî çiqas di tevgera sosyal demoktratê Rûsyayê de cihekê girîng şûn girtibû jî, Bolşewîkan gorî wan pêş diketin. Lê Gurcistan wek nola kelayeka wan bû û wan di hilbijartineka di 1919an de %81,5 reya girtibûn.

Ji pê Şoreşa Kewçêrê ko Bolşewîkan otorîteya welat dest xwe xistî re Menşewîkî bi piranî ji Rûsyayê ya bi dil, ya jî bi sirgûn ji Rûsyayê der ketin.