Melek Mosso
Melek Mosso yan jî bi navê rastî Melek Davarcı, (jdb. 11ê çiriya pêşîn a 1988an li bajarê Qeyseriyê) stranbêj, strannivîs û mamosteya muzîkê ye ku bi eslê xwe tirk e.
Melek Mosso | |
---|---|
Jidayikbûn | 11ê çiriya pêşîn a 1988an (36 salî) Qeyserî |
Pîşe | Stranbêj, Mamosteya muzîkê |
Amûr | Vokal, bilûr |
Salên çalak | 2018–niha |
biguhêre |
Jinenîgarî
biguhêreMelek Mosso di 11ê mijdara sala 1988an de li bajarê Qeyseriyê ji dayik bûye û di heft saliya xwe de bi berhevkirina helbesta xwe yê yekem dest bi muzîkê kiriye. Di 9 saliya xwe de li Konservatuara Şaredariya Denîzliyê dest bi perwerdeya tembûr û muzîka gel a bi zimanê tirkî dike. Xwendina xwe ya dibistana navîn li Lîseya Hunerên Bedew berdewam kir. Di lîseyê de dest bi jendana bilûrê kir. Xwendina xwe ya zanîngehê li Zanîngeha Adnan Menderes, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Mamostetiya Muzîkê qedand. Di tevahiya dema xwe yê perwerdehiyê de koroîst û solîst bû.[1][2]
Melek Mosso di konsera xwe yê yekem li Şanoya Servekirî ya Harbiyeyê jibo Jîna Emînî ku piştî îşkencekirina bi destê polêsên exlaqê li Tehran a Îranê jiyana xwe jidest dabû, li ser dikê porê jêkir.[3]
Dîskografî
biguhêre- EP
- Melek Mosso (2020)
- Single
- "Kedi" (2018)
- "Gölgen Yeter" (2018)
- "Keklik Gibi" (2019)
- "Vursalar Ölemem" (2019)
- "Sarıla Sarıla" (2019)
- "Gönül Gözü" (2020)
- "Unutan Kazanır" (2020)
- "Cumartesi Türküsü" (2020)
- "Yalan" (ft. Aras) (2020)
- "Kurtuldun Dediler" (2020)
- "Kızgınım" (2021)
- "Ağlarsam" (2021)
- "Sonrası Kalır" (2021)
- "Gel Desem de Gelme" (bi Aras re) (2021)
- "Zülüf" (bi Haluk Levent re) (2021)
- "Parayla Saadet Olmaz" (Sevda Yüklü Şarkılar) (2021)
- "Hayatım Kaymış" (2021)
- "Kirpiklerin" (2021)
- "Kimsenin Kimsesi" (bi Veys Çolak re) (2021)
- "Karanfil" (Yeni Türkü Zamansız) (2022)
- "Yıllar Affetmez" (2022)
- "Vazgeç Gönlüm" (2022)
- "Sabahçı Kahvesi" (2022)
- "Bu İş Bitmiş" (2022)
- "Kendimi Vurdum (Live)" (Şanışer ile) (2022)
- "Parayla Saadet Olmaz" (2022)
- "Beni Hatırla" (bi Ceylan Ertem re) (Duyuyor Musun?) (2022)
- "Çanakkale Türküsü" ( bi Burcu Arı re feat. Hatice Davarcı) (2022)
Çavkanî
biguhêre- ^ "Melek Mosso kimdir ve kaç yaşında? - Hayat Haberleri". web.archive.org. 15 hezîran 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 15 hezîran 2019. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Melek Mosso kimdir, nereli ve kaç yaşında? Melek Mosso'nun hayatı". web.archive.org. 11 hezîran 2019. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 hezîran 2019. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ "Melek Mosso Mahsa Amini protestolarına destek için sahnede saçlarını kesti". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 27 îlon 2022.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |