Mela Beşîrê Bedewî

Mela Beşîrê Bedewî, yan jî bi navê mexlesa (naznavê helbestî) wî Bêxew (jdb. 1925 - m. 1981), helbestvan û kesayetiyekî kurd e.

Mela Beşîrê Bedewî

Navê wî Mihemed Beşîr e û wek Mela Beşîr jî tê naskirin. Kurê Şêx Mihemed Zahirê kurê Şêx Mistefayê Bedewî û birayê Mele Nezîrê Bedewî ye. Eslê malbata wî ji seyîdên Kerben e. Mela Beşîr di sala 1925an de li Gundikê Ezîmê ku girêdayî ser Kerboran e, li Kurdistana Bakur hatiye dinyayê û heta 10 saliya xwe li wir mezin bûye. Di 10 saliya wî de malbata wî ji ber sedemên aborî û siyasî mişextî Rojavayê Kurdistanê bûne. Piştî guherandina çend gundan li gundê Şebekê ku girêdayî ser Hesekê ye bi cih bûne.

Mela Beşîr di 12 saliya xwe de dest bi perwerdehiya medreseyê kiriye û bûye feqî. Xwendina xwe ya medreseyê li ber destên gelek alim, şêx û melayan wergirtiye û ji hemûyan zêdetir jî karîgeriya Şêx Şefîqê Zêbarî li ser çêbûye. Ev karîgerî di dîwana wî de jî xwe xûyaye. Mela Beşîr di 23 saliya xwe de îcazeta melatiyê wergirtiye û bûye mela.

Mela Beşîr bi kesayetên navdar û kurdperwer re jî têkilî danîn e ku Dr. Nûredîn Zaza, Cegerxwîn, Osman Sebrî ji wan kesan in. Di sala 1957an de Mela Beşîr û digel kesên wek Osman Sebrî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê avakirin e û ew jî yek ji wan damezirînerê vê partiyê ye. Di sala 1981ê de, li gundê Şebekê çûye ber dilovaniya Xwedê.[1]

Ev helbest ji dîwana wî bi navê Gaziya Belengazan e ku Tehsîn Îbrahîm Doskî ew amade kiriye:

Lo lo pismamo rê dûr û teng e

Koma neyaran wê daye denge

Dengê xwe hilde li me dereng e

Were pêşber me lo lo pismamo


Çavkanî

biguhêre
  1. ^ Mela Nezîrê Bedewî (2013). Gazîya Belengazan: Dîwana Bêxew. Stenbol: Nûbihar.