Mehname (kovar)

kovar

Kovara Mehname yekem kovara kurdî ye ku xwerû ango bi tenê li ser Internetê derdikeve.

Kovara Mehname

Ta niha berhemên bi sedan nivîskarên kurd û biyanî tê de cih girtiye. Kovara Mehname ji sala 1999 ve bi berdewamî her meh derdikeve.

Rêbaza weşanê biguhêre

Kovara Mehname cudahiyê naxe navbera nivîskarên baweriyên wan yên siyasî yan civakî ji hev dûr.

Ya ji Mehnameyê re giring naveroka nivîsên wê ye.

Cûnên berheman biguhêre

Di Mehnameyê de herî zêde wêjeya spehî tê nivîsîn anku helbest û pexşan di Mehnameyê de serdest in.
Lê herwiha nivîsarên li ser mijarên aktuel tê de cih digirin.

Di pişka "Weşan" de pirtûk û berhemên din yên nû yên bi kurdî tên nasandin û nirxandin. Nûçeyên giring yên çandeyî di bin navê "Nûçe" de belav dibin.

Mehname di her jimareya xwe de bi kêmî kurteçîrokekê pêşkêşî zarokan dike. Ta niha di gel gelek çîrokên kurdî û yên biyanî, bi dehan kurteçîrokên şîretder yên Aysoposê yewnanî di kovarê de derketine.

Di bin sernavê "Gelêrî" de Mehname mehane çîrok û stiranên gelêrî yên kurdî diyariyî xwendevanên xwe dike.

"Ziman" beşek e ku bi piranî ferhenga soranî - kurmancî ya Husein Muhammed tê de têt belavkirin. Lê ji bilî wê gelek mijarên din jî yên zimanê kurdî tê de tên vekolîn.

Diyariyên taybet biguhêre

Mehname tê dikoşe di her hejmara xwe de cih bide yek yan du-sê e-pirtûkan. Ev pirtûkên elektronîkî berhemên pirr berfire ne û di gelek ji wan de bi sedan rûpel hene.

Giranî li ser wergerrandinê biguhêre

Kovara Mehname herdem ji weşanên din yên kurdî zêdetir cih daye berhemên wergerrandî. Ta niha berhemên bi dehan - ger ne bi sedan - nivîskarên cîhanî yekem car di Mehnameyê de bi kurdî hatine weşandin.

Di nav van berheman de mirov dikare sê pirtûkên Xelîl Cibranî, dîwanek Hafizê Şîrazî, dîwanek Mewlana Celaledînê Rûmî, pendnameyek Se'diyê Şîrazî, romanek Anton Çexov û şanoyek William Shakespeare jî bibîne.

Sernivîser biguhêre

Sernivîserê Mehnameyê Husein Muhammed e.

Nivîskarên berdewam biguhêre

Ji bilî sernivîser Husein Muhammedî, gelek kesên din jî bi berdewamî di Mehnameyê de nivisîn.

Ji van kesan Şahînê Bekirê Soreklî ji destpêkê ve tê de nivîsiye. Lokman Polat jî bi salan e bi berdewamî tê de dinivîse.

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre