Mehmet Saît Alpaslan helbestvan, rojnamevan û nivîskarê senaryoyên fîlm û teatrayan e.

Mehmet Sait Alpaslan
Jidayikbûn1970 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Sait Alpaslan di sala 1972 an de li Amedê ji dayîk bûye. Heta zaningehê perwerdeya xwe li Amedê domand. Zaningeha Anatolyayê ji ber şertên politik nivco hişt. Di sala 1992 an de pirtûka wi ya helbestan ya yekem, "Helbestên Welatê Bindest" di sala 1994 an de ya duwemin "Stranên Azadî" di sala 1995 an de, ji ber pirtûka helbestvan Ezelî Doganay, wergera wi "Gule çi bike ji stranê" hatin weşandin. Di rojnameyên Newroz, Azadi, Welat, Evrensel, Roj û di kovarên Newroz, Deng, Toplumsal Dayanişma, Rewşen, Newroz Ateşî û Tîrojê de helbest û nivîsên wi hatın weşandin.

Di vê navberê de, him di şanoya şaredarıya Amedê de şanogeriyê, him ji berpirsiyariya Kovara (paşê ji)/rojnameya Newroz ya şaxa Amedê kir. Di sala 1994 an de kete girtîgeha Amedê, 5 meh ma. Di sala 1996 an de lîstika wî ya ji Pirtûka Victor Hugo ya "Mirovên hejar" di Şanoya Bajêr ya Şaredariya Sûrê de leyîst. Di vê navberê de leyîstikên Jana Zirav (2003), Hilbijartin (2004), Wendayî / Kayip (2005) û Zagona Çiyê (Dağ Kanunu) (2006) Nivîsand û rêvebiriya Wendayî / Kayip kir. Di sala 1999 an de dest bi karê sinemayê kir. Ji wê roja ve rêwebıri û nivîskariya sinemayê kir. Bi navê "Melle Huznî/ Dîkê Gund" û "Jana Zirav" du film kişand. Di navbera salên 1997 - 2004 an de tevi hevkariya Resûlê Qereqoçanî bi wergera Încîlê mijûl bû. Pirtûk li Almanyayê hate çapkirin.

Lîstikên Wî yên hatine leyîstin: Hejaran - 1996 Yoksul Türküler - 1997 Jana Zirav - 2003 Hilbijartin - 2004 Wendayî/Kayip - 2005 Zagona Çiyê - 2006 Şûjin - 2007 Zext - 2010


Hîn li Amedê dijî û bi werger, şano û sînemayê mijûl dibe.

Çavkanî biguhêre