Mehmet Aslan (jdb. 1977an li Nisêbîn), nivîskar, siyasetmedar û şaredarê berê ya navçeya Toroslar a Mêrsînê ye.

Mehmet Aslan
Jidayikbûn1977
NisêbînMêrdîn
PîşeNivîskar, Siyasetmedar
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
Şêweyê wejêyîÇîrok , Helbest
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Mehmet Aslan piştî ku xwendina xwe ya seretayî û navîn li Nisêbînê diqedîne, li Mersînê xwendina xwe ya lîseyê dixwîne. Di sala 2002an de li Zanîngeha Dîcleyê beşa endezyar avahîsaziyê qedandiye. Di sala 2015an de ji Zanîngeha Anadoluyê Beşa Birêveberiya Giştî jî mezûn bûye. Piştî Perwerdehiya Endezyariyê li Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê xebitiye. Di sala 2004an de di hilbijartinên herêmî de li Şaredariya Toroslar a Mêrsînê ji DEHAP ê weke yek ji encûmenên şaredariyê hatiye hilbijartin. Piştre derbasî Şaredariya Nisêbînê bûye. [1] 11 salan di Şaredariya Nisêbînê de xebitiye. 8 salan midûrê karên zanistî bû û piştî wê jî 3 salan wek koordînatorê projeyan xebitiye. Di sala 2006-2008an de di Lijneya Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Mêrdînê de cih girtiye. Piştre li Mêrdînê nûnertiya Odeya Endezyarên Înşaetê kiriye û xebatên xwe li vir bi rê ve biriye. [2] Di 22ê Mijdara 2016an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ya hejmara 677an ji karmendiyê hatiye îxraçkirin. Ji bilî kar û xebatên xwe yên siyasî û teknîkî bi wêjeya zimanê kurdî re jî mijûl dibe ku edîtorî û sererastkirina çend pirtûkên kurdî yên weke pirtûkên Yaşar Aslan 'Rengbêj' [3] û 'Sergovend' û pirtûkên Hecî Nehsan Bergîdana Xewnê' û pirtûkan bi navê 'Bêrîgeh' kiriye.Weke siyasetmadariyê xebata wî li ser wêjeya Kurdî jî çêbûye.

Mehmet Aslan zewicî ye û bavê du zarokan e.

Çavkanî biguhêre