Mehmet Ali Şahin (16. Îlon 1950 li Gundê Ekincik, navçeya Ovacık, parêzgeha Karabük) hiqûqnas, siyasetmedar û wezîrê berê yê dadê yê tirk e.[1]

Mehmet Ali Şahin
Jidayikbûn16 îlon 1950 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ovacık Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê
  • Deputy Prime Minister of Turkey (2002–2007)
  • Wezîrê Edaletê (2007–2009)
  • Serokê/a Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (2009–2011) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Alî Şahîn, li Zanîngeha Stembolê Fakulteya Hiqûqê qedandiye. Piştî xwendina xwe ya zanîngehê Şahîn karê parêzeriyê kiriye. Şaredarê navçeya Fatîhê ya Stembolê ye û yek ji endamê damezrîner ê Partiya Dad û Geşedanê (AKP) ye û di serdemên 20, 21 û 22an de parlamenterê AKPê yê parêzgeha Stembolê bû. Di navbera salên 2002 û 2007an de di hikûmeta 58em a ku ji aliyê Abdullah Gul ve hatibû avakirin û hikûmeta 59em a Tirkiyeyê ya ji aliyê Recep Tayyîp Erdogan ve hatibû avakirin de alîkarê serokwezîr bû.

Mehmet Alî Şahîn ku di Partiya Refahê de dest bi karê xwe yê siyasî kiriye, di hilbijartinên giştî yên Tirkiyê yên sala 1995an de cara yekem bû parlamenterê Stenbolê yê Partiya Refahê. Di hilbijartinên herêmî yên sala 1989an de wekî şaredarê navçeya Kuçukçekmece û di hilbijartinên herêmî yên sala 1994an de bû namzetê şaredariya navçeya Fatîhê, lê nehatiye hilbijartin.

Çavkanî biguhêre