Mehmet Şerîf Muştak

Mehmet Şerîf Muştak (1952 - 21ê gulana 2008an) nivîskarekî kurd bû.

Mehmet Şerîf Muştak
Jidayikbûn1952
Mirin21ê gulana 2008an
Bremen, Almanya
EsilKurd
PîşeNivîskar
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mehmet Şerîf Muştak bi eslê xwe xelkê Cizîra Botan, ji gundê Cinibir bû. Muştak ji salên 1970î heta dawiya jiyana xwe bi awayekî aktîv di nava siyasetê de bû. Mehmet Şerîf Muştak ji wî gundî bû, ku leşkerên tirk bi gundiyan pîsiya wan dabûn xwarin. Muştak bestika dewlet û artêşa tirk berneda ew dan Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, û Tirkiye di vê dozê de hat cezakirin. Di sala 1984an de li Enqereyê hat girtin du sal û nîvan di girtîgeha leşkerî ya Mamakê de ma û ji Doza KÎP-DDKDê hat mehkemekirin, bi caran hevalê xwe ji Kurdistana Bakur derbasî ya Sûriyê û ji ya Sûriyê derbasî ya bakur kir, di pêvçûnekê de li ser sînor jî birîndar bû. Mehmet Şerîf Muştak weki gelek kadroyên siyasî yên emsalê xwe mecbûr ma derkeve dervayî welat û ew ji sala 1990an ve li Almanyayê li bajarê Bremenê dijiya. Muştak di gelek malperan de jî dinivîsand.

Mehmet Şerîf Muştak li bajarê Bremena Almanyayê di 21ê gulana 2008an de jiyana xwe ji dest da.