Mehmed Nas nivîskar û rojnamevanekî kurd e.

Ew di sala 1975an de li bakurê Kurdistanê bajarê Sêrtê ji dayîk bûye. Xwendin û nivîsandina xwe heya dibistana lisê li Sêrtê xwendiye. Di sala 1997an de ji zanîngeha Enedolû ya beşa Têkiliyên gel an jî beşa Civaknasiyê qedandiye.

Mehmed Nas di sala 2001ê de li ser navê şirketa Menas Organizasyon Ltd Şti li Sêrtê gelek konser û çalakiyên hunerî li dar xistiye. Li nav van çalakiyên hunerî de konsera Koma Azad, Koma Çiya, Nurettin Rençber, Onur Akın û gelek konserên din dîsa cara yekemîn li Sêrtê ji bo seydayê nemir Cegerxwin şeva bîranîn û helbestan li dar xistiye. Cara yekê nivîskarên wek Mehmed Uzun û Cezmî Ersoz jî vexwendiye Sêrtê û roja îmzeyan amade kiriye. Li nav van çalakiyan de wî hewl daye ku li Sêrtê pirtukên kurdî werin firotin ji bo vê yekê jî demeke dirêj li seyrangeha Girê Keçikan de kampanyaya pirtukên kurdî daye destpêkirin.

Di 27ê çiriya paşîn a sala 2002an de Mehmed Nas li bajarê Sêrtê rojnameya Sêrta Azad derxistiye. Piştî weşana 10an di roja 4ê nîsana 2003an de bi awayeke fermî di rojnama xwe de destûra weşana kurdî ji dewleta dagirker wergirtiye. Di 15ê nîsana 2003an de rojname cara yekemîn li bakurê Kurdistanê de bi awayekî fermî dest bi weşanê kurdî kiriye; mixabin ji ber hin pirsgirêkan piştî hejmara 25an rojnameya Sêrta Azad hatiye rawestandin.

Mehmed Nas bi malpera Dengê Botan Sêrt de dîsa dest bi weşana kurdî kiriye û berhemek wî ya bi navê Ax Dayê ya kurteçîrokan heye. Ji bilî rojnameya Sêrta Azad nivîsên wî di rojnameyên Azadiya Welat, Yeni Gündem û Evrensel û kovara Tîroj, malperên Amîda Kurd, Rojava, Lalishduhok û gelek malperên din de jî nivîsandiye. Mehmed Nas niha ji li ser axa welatê xwe li bajarê Sêrtê dijî.