Dengê Botan Sêrt malpereke sedî sed bi Kurdî ye û cara yekemîne ku bi bernama Joomla Kurdî hatiye saz kirin. navenda malperê li bakurê Kurdistan bajarê Sêrtê ye. xwedî û berpirsiyarê malperê Mehmed Nas e. di nava malperê de beşê nuçeyên rojane, çîrokên gelêrî, Chat a Kurdî, e-pirtûk, Rojnama Sêrta Azad, pexşan, Muzik, Wêne, Helbest, hevpeyvîn, Listokên zarokan, navdarên Kurd, Sêrt, pirtukên Kurdî û beşa peyamên telefonên desta hene. di beşa pirtukên Kurdî hemu pirtukên ku bi Kurdî hatine weşandin li wir bi nas kirina wan ve hatiye weşandin.