Mehmûd Onder (z. 1952, Amed, Bakurê Kurdistanê – m. 31 kanûna mezin 2017, Kopenhag, Danîmarka), rojnamevan û xebatkarê çapemeniya kurdî bû.

Mehmûd Onder
Jidayikbûn1952 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
  • Rojnamevan li ser wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew di sala 1952an de li taxa Elîpaşayê ya Amedê hatiye dinyayê û zaroktiya wî li wir derbas bû. Pişt re di destpêka 1970î de bû şoreşger û wî doza sosyalîzm, kurd û Kurdistanê nas kir. Piştî darbeya 12ê îlonê 1980’î hat desteserkirin û piştî çend carên binçavkirin û îşkenceyên giran, weke bi hezaran şoreşgeran, ew jî çû derveyî welêt.

Dû re li Ewropayê di gelek televîzyonên kurdî (MED TV, Medya TV, Roj TV, Stêrk TV û Ronahî TV) de wekî pêşkêşvan dixebitî. Dibêjin Onder yek ji sembolên çapemeniya kurdî bû.

Niha çend sal e ew bi nexweşiya pençeşêrê (kanser) ket û ev demeke dirêj bû li nexweşxaniyeke Kopenhaga Danîmarkayê dihat dermankirin.

Di 31ê kanûna mezin a 2017an de rojnamevanê kurd Mehmûd Onder çû ber dilovaniya Xwedê.[1]

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre