Mehmûd Kaşxerî

zimannasê tirk ê sedsala 11an
(Ji Mehmûd Kaşgarî hat beralîkirin)

Mehmûd Kaşxerî, (bi erebî: محمود بن الحسين بن محمد الكاشغري, Muhammad ibn al-Husayn ibn Mahmud al-Kashghari) (z. 1008 - m. 1105) yek ji zimannas û zanayên sedsala 11'em e ku bi xebatên xwe yên li ser jiyan û çanda tirkan a serdema xwe tê naskirin. Rojbûyîn û mirina wî bi texmînî ne.

Mehmûd Kaşxerî
Jidayikbûn1029 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kashgar (Kara-Khanid Khanate) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin1101 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Upal Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Tê texmînkirin ku malbata wî ji Berzxana nêzîkî Issik-Kulê bûye. Giringiya xebatên wê li ser zarave û devokên tirkî bûye. Pirtûka xwe ya navdar (Diwān Lughāt at-Turk) di nava salên 10721094'an de dinivîsîne û li Bexdayê çap dike. Li gel zimanê tirkî, herwiha di pirtûka xwe de li ser bingeha tirkan jî nêrîna xwe dibêje. Gorî wî, tirk ji kurekî Nuh ê bi navê Yafet (an Yafes) peyda û belav bûne.

Li ser ferhenga tirkî û erebî, li ser çand, erdnîgarî û dîrokê jî rawestiyaye. Zanayên rojava dibêjin ku, bi wî re hinekê kompleksa biçûktiyê hebûye. Di berhemên xwe de serbilindiya koçberan a li dijî xakecihan (akincihan) anîye ziman. Di dema wî de Bexda di destê Selçûkiyan de bûye û tê zanîn Selçûkî împeratoriyeke farisî-romî (tirk) bûye.

Ew wêne (nexşe) ya ku ji aliyê Mehmûd Qeşxerî ve di pirtûka bi navê "Diwān Lughāt at-Turk" (Dîwanî Luxatî Turk) hatiye çêkirin tê de nivîsandiye ku Erdul Ekrad yanê "Erdê Kurdan" û tê wateya Kurdistanê.[1]

Nexşeya Kaşxerî ya rojhilatê erdê nîşan dide.

Wêje biguhêre

 
  • Mahmūd al-Kašgarī: Compendium of the Turkic dialects (Dīwān Lugāt at-Turk), edited and translated with introduction and indices by Robert Dankoff and James Kelly. Turkish Sources VII. Part I–III. Harvard: Harvard University Printing Office, 1982–1985 (îngilîzî)
  • Carl Brockelmann: Mitteltürkischer Wortschatz: Nach Maḩmūd Al-Kašgaris Dīvān Lugāt at-Turk. Bibliotheca Orientalis Hungarica 1, Budapest 1928. (almanî)
  • Ingeborg Hauenschild: Die Tierbezeichnungen bei Mahmud al-Kaschgari. Eine Untersuchung aus sprach- und kulturhistorischer Sicht. Harrassowitz, Wiesbaden 2003, ISBN 3-447-04721-6 (almanî)

Girêdanên derve biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Türkiye Siyasetinde Kürtler: Direniş, Hak Arayışı, Katılım (bi tirkî). İletişim Yayınları. 8 gulan 2014. ISBN 978-975-05-1509-5.