Mehmûd Efşar Yezdî
Mehmûd Efşar Yezdî yek ji siyasetmedar, nivîskar, helbestvan û rojamevanê îranî ye. Avakerê îdyolojiya Pan-Îranîzme.
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Hevwelatî | |
Perwerde |
University of Lausanne (en) |
Pîşe |
Jînenîgarî
biguhêreMehmûd Efşar li Îran û Swîsreyê xwend û di sala 1919an de li Zanîngeha Lozanê doktoraya xwe ya zanistên ramyarî wergirt. Piştî du salan vegeriya Îranê û li wir pêşengê tevgera Pan-Îranîzm bû. Di xortaniya xwe de, ew bi awayekî çalak beşdarî "Civaka Ciwanên Îranî" (Anjoman-e Iran-e Javan) bû, ku komek ji îraniyên neteweperest, ku piraniya wan li zanîngehên Ewropî hatibûn perwerdekirin, li hev kom kiribû. Yek ji endamên bibandor ên komê Riza Şah bû ku di sala 1925an de bû Şahê Îranê.
Mehmûd Efşar alîgirê reforman û laîkkirina Riza Şah e. Di sala 1925an de kovara çandî Ayandê (Dahatû) ava dike. Wî çendîn dezgehên zanistî û çandî li welêt damezirand, di nav wan de Dibistana Karsaziyê (Madrese-ye Tejarat) li Tehranê. Her wiha di Wezareta Rewşenbîrî û Wezareta Dadê ya Îranê de jî kar dike.[1]
Mehmûd Efşar bi Nosret Barazande re zewicî bû û bavê îrannas Irac Efşar e.
Çavkanî
biguhêre- ^ "In Memory of Iraj Afshar (1925 – 2011), A Renowned Scholar of Iranian Studies" (PDF). Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 8 kanûna paşîn 2022.
Ev rûpel bêkategorî ye. Ji kerema xwe kategoriyan li vê rûpelê zêde bike û alîkariya Wîkîpediyaya kurdî bike. (gulan 2024) |
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |