Meşk ji eyarên bizinan tê çêkirin. Şeş rojan eyar dixin gemarê, paşê derdixin û miwan radikin, piv dikin û du mihan didaleqînin heta hişk dibe. Heşt rojan dixin nav cefteke kelandî de. Piştí ku derdixin dişon û qaşûlên hinaran, yên hêrtî (qeşûf) pê dixerînin (pê diwerkin) û dipêçin tanî wextê keyandiné. Lewleb(loleb) û navilkê (dêlkew) pé ve dikin.

Jineke kurd di meşkê de dewê çêdike (sala 90îyan)

ji lingê meşkê re hingil,ji darê ku di sêpêkê de pê dihê hejandin re jî kêrdew dihê gotin.

Bi meşkê nîvişk ji mast, piştî keyandinê, digirin. Ji dew jî qezencê dikin, vedixwin, dikin mehîr, şûrtan jê çêdikin û hewd.

Çavkanî biguhêre

  • Dimso, "Çend destkarén kevin ji civaka kurdan". Kovara Stêr, 19 (1991).