Marvin H. Albert (jdb. 22ê kanûna paşîna 1924 li Fîladelfiya, m. 24ê adarê, 1996 li Menton, Fransa) nivîskarekî amerîkî bû ku zêdetirî 100 pirtûk nivîsand. Digel bernavkê xwe, wî navên wekî Albert Conroy, Al Conroy, Nick Quarry, Anthony Rome, Ian MacAlister û J. D. Christilian bikar anî.

Marvin H. Albert
JidayikbûnMarvin H. Albert
22ê kanûna paşîn a 1924an(1924-01-22) (100 salî)
Fîladelfiya ,DYA
Mirin24ê adara 1996an
Menton, Fransa
BernavAlbert Conroy, Al Conroy, Nick Quarry, Anthony Rome, Ian MacAlister û J. D. Christilian
PîşeNivîskar
biguhêreBelge

Albert di dema Şerê Cîhanî yê Duyem de di hêza deryayî ya bazirganiyê de wek efserê radyoyê xizmet dikir. Dûvre wekî rêvebirê pargîdaniyek şanoyê ya zarokan li Fîladelfiya xebitî. Di 1950 de Albert çû New York City, li wir yekem ezmûna xwe ya nivîsandinê bi dest xist û ji bo kovarên Quick and Look xebitî. Piştî serketina pirtûka xweya yekem The Law and Jake Wade (1956) , wî xwe bi tevahî da nivîsandinê.

Di sala 1965 an de Albert bar dike Los Angeles, li wir wî senaryo nivîsand û neh pirtûkên xwe adapte kir, di nav de Apache Rising wekî duşerkî li Diablo bi Sidney Poitier, û Miami Mayhem wekî Tony Rome bi Frank Sinatra. Di sala 1973 de fîlmê The Don is Dead tê kişandin.

Di 1976 de Albert Dewletên Yekbûyî hişt û li başûrê Fransa, li Montségur-sur-Lauzon, bi cî bû. Wî temenê xwe yê mezin li wir derbas kir û di sala 1996an de li Menton di 72 saliya xwe de ji ber tevliheviyên krîza dil mir.

Albert zewicî bû û du zarokên wî hebûn, kurek û keçek.

Weşandin (bijartî ) biguhêre

  • 1972: The Don is Dead
  • 1978: The Dark Goddess
  • 1986: Stone Angel
  • 1986: Back in the Real World
  • 1987: Get Off at Babylon
  • 1987: Long Teeth
  • 1987: The Untouchables
  • 1988: The Last Smile
  • 1989: The Midnight Sister
  • 1990: Bimbo Heaven
  • 1991: The Zig-Zag Man
  • 1992: The Riviera Contract

Girêdanên derve biguhêre

* Nîvîsên li ser Marvin H. Albert di kataloga Deutschen Nationalbibliothek de (almanî)

Çavkanî biguhêre

https://www.nytimes.com/1996/03/31/nyregion/marvin-h-albert-73-an-author-of-mysteries-and-biographies.html