Malbata Bedirxaniyan

Malbatekî kurd

Bi çavkaniyên dîrokî hatiye zanîn ko Malbata Bedirxaniyan di nava civaka kurdan de xwediyê paşerojek pir girîng u kevnare ne. Evê malbatê di nava gelê kurd de her demî bi rûmet jiyan kirîne û bi vê rûmeta xwe jî cihekî xwe yê girîng di dilê wan de vekirîne. Bi taybetî di herêma Botan de bi demsalan hikumraniya xwe berdewam kirîne u dem bi dem ew hikumraniya wan fireh bowiye gihaye gelemperiya cografiya Kurdistanê. Paşeroja wan ya dirêj de çawa gelek rojên wan yên bi rûmet u serkeftî çêbowîne, rojên wan yên pir bi tengasî derbazboyî jî çêbowîne. Ev rastiyek ya dîrokî ye. Pirtoka bi navê “Emîr Bedirxan” de wekî hatî diyar kirin, di demê Osmaniyan de ev malbat rastê dû felaketên mezin hatîne: Felaketa yekemîn di demê Yawuz Siltan Selîm de çêbowîye. Malbat tevayî bi komkujî hatine qirkirin, ji wan tinê dû zarok ji aliyê gel ve li herêma Şirnex hatine veşartin u bi vî awayî ji komkujiyê hatîne parastin. Ev herdu zarok piştî mezinbowînê li mîrasê malbata xwe xwedî derketîne u xwe gihandîne astek bilind u layîqê malbata xwe.

Malbata Bedirxaniyan (1880)

Endamên Malbatê biguhêre

 
Kamûran, Sureya û Celadet
  1. Bedirxanê Evdalxan (1803?-1899?)
  2. Emîn Elî Bedirxan (1851-1926)
  3. Celadet Alî Bedirxan (1897-1951)
  4. Kamiran Alî Bedirxan
  5. Mîqdad Mîdhed Bedirxan
  6. Ebdulrehman Bedirxan
  7. Sureya Bedirxan
  8. Rewşen Bedirxan (1909-1986)
  9. Leyla Bedirxan (1908-1986)
  10. Necîb Paşayê Bedirxanî
  11. Ebdulrezaq Bedirxanî
  12. Sînemxan Bedirxan
  13. Şamil Paşayê Bedirxanî

Mijarên têkildar biguhêre

Girêdanên derve biguhêre