Mala Wiyalî (wî alî), perçeyek ji Mala Êlî Seyda Mistefayê ye. Ew mal, eslê xwe ji gundê Qurqurik'ê hatiye. Li piraniya vê malê li gundê Qûrqûrikê man e, û îro jî hîna wekî Mala Îmamê tên nasîn. Seyda Silêmanê Îmamê kesekî navdar ê û ji vê malê ye. Seyda Silêman, li derûdorê xwe wekî mirovekî zana dihate dabilandin.

Ew heman demê de, dengbêjekî sereke yê baweriya Elewîtî, û merivekî ser girane. xwediyê hin besteyên xurt li ser baweriya Elewîtî ye. Mala Îmamê û Mala Wiyalî hîna jî wekî meriyên hev piştgiriya hev û dû dikin. Piştî Zagona Paşnav dayînê Mala Îmamê bi Paşnavê Şahîn, Mala Wiyalî jî bi paşnavê Yılmaz hatin tomar kirin

Mala Êliyê Seyda Mistefayê koçber jî daye derveyî Kûpik'ê. Hindik ji wan, li Têrcan, Gimgim, Stenbol, Eregliya Zonguldak'e û hin jî li bajerên din bi cîh bûne.

Ji vê malê, meriyê herî binav û deng Seyda Mistefa bi xwe ye. Eşq û evîna wî û dildara wî Axçe, li derûdorê pîr menşûr e. Ew çîrok wan, wekî çîroka Ferhedî û Şîrînê, wekî Keremî û Eslê tê gotin.

Piştî wî, kesê herî navdar yê vê malbatê, Seyda Beyteş'e. Tê gotin ku ew, jî ji ber fikarên xwe û bangeşên Dewleta Tirk, li hember Serhildana Şêx Saîdê Pîran çek hildaye û di vê buyerê de li gundê Garisan hatîye kûştin.

Di dîroka gûndê Kûpikê de du kesên ku ji zanîngehê destûryar bûne yêk ji vê malê ye. Parêzer Kazım Yılmaz û Dursun Şahin ji yêkemîn nifşên ku zanîngeh xelas kirinê ne. Mala Bavo, Mala Beyteş, Mala Qemer, Mala Welî û kevirên hîmê Mala Wiyalî ne.

Ji Mala Beyteş, kes li Kûpik'ê ne mîne. Wan di salên 50î de ji gund barkirin e û li Têrcanê bi cîh bune û nika mala Seyda Mûslim li ser vê rêç (şop)ê ye.

Ji Mala Qemer jî kes tûne. Ew jî, li Stenbolê û hin bajerên din yên Tirkiyê bi cîh bune.

Gundê Kupikê de ji Mala Êliyê Seyda Mistefayê Tenê Seyda Kekil (Kekê Bavo) dimîne. Kekê Bavo jî kesayetî ku wekî kesekî zana tê nasîn e. Ew li ser tradisyon, beyît û meselên gundê Kûpik'ê xwedî agahî û gotinên girîng e.

Mala wan di nava gundî û derûdorê de malbatek gelek henekbaz û bextiyar tên nasîn. Afirandina qerfên de gelekî pêşketî ne.