Levent Gültekin, (1972 li Mêrdînik, Erdêxan) rojnamevan û nivîskarekî kurd e ku bi eslê ji navçêya Mêrdînik a bi ser Erdêxanê ve ye.[1]

Levent Gültekin
Jidayikbûn1972
Mêrdînik, Erdêxan
PîşeRojnamevan, nivîskar
NeteweKurd
PerwedeZanîngeha Anadoluyê, Zanîngeha Selçukê
biguhêreBelge

Jînenîgarî biguhêre

Perwerdeh biguhêre

Levent Gultekîn di sala 1972an de li navçeya Mêrdînik a bi ser Erdêxanê de ji dayik bûye. Heta salên zanîngehê xwendina xwe li vê navçeyê domand. Perwerdeya xwe ya lîsansê li Beşa Îdareya Giştî ya Zanîngeha Anadoluyê û lîsansa xwe ya bilind jî li beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Selçukê qedandiye.[2]

Karên rojnamevaniyê biguhêre

Dema di rojnameya Yeni Şafakê de dest bi xebatê kir, dest bi karê rojnamegeriyê kiriye. Nêzî 5 salan wezîfeyên cuda girt ser xwe û demekê jî wekî rêveberê nûçeyan a Yeni Şafakê xebitî.[3] Gultekîn di sala 2000î de ji Yeni Şafakê veqetiya, dest bi weşana kovara Gerçek Hayat kir û di heman demê de wezîfeya edîtoriya kovarê dike.[3] Bi nasnavê Cenk Açik di malperên nûçeyan a İnternet Haberê de gotarên xwe dinivîsandiye.[3] Di sala 2007an de weke Cîgira Serokê Desteya Rêveber di Koma Star Medyayê de û di sala 2009an de jî weke rêveber li Cine5ê ku di wî demê de di bin rêveberiya TMSFê de bû xebitiye.[3] Di salên dawî de ji rojnameya înternetê ya Diken re dinivîse û bi Ruşen Çakir re di platforma şîrove û nûçeyan a di kanala Youtube ya Medyascope de rojevê dinirxîne.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Bu yazıyı bir Kürt olarak yazıyorum - Diken". web.archive.org. 25 çiriya pêşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 çiriya pêşîn 2016. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  2. ^ "Doğan Kitap • Levent Gültekin". web.archive.org. 13 nîsan 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 nîsan 2016. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ a b c d e "Levent Gültekin kimdir, kaç yaşında, nereli?". www.haberturk.com (bi tirkî). 8 adar 2021. Roja gihiştinê 27 îlon 2022.