Lernî
Renîka (bi farisî: لرنی) gundekî ser bi nahiyeya Çemê Rewze beşa navendî ya bajarê Ûrmiyeyê li Azerbaycana Rojava ya Îranê ye.
Lernî
navê vî gundî bi Kurdî Renîka ye | |
---|---|
Koordînat: 37°36′05″Bk 44°54′05″Rh / 37.6014°Bk 44.9014°Rh | |
Welat | Rojhilatê Kurdistanê |
Dewlet | Îran |
Parêzgeh | Azerbaycana Rojava |
Navçe | Ûrmiye |
Nahiye | Nazî |
Nifûs | 404 |
biguhêre |
Nifûsa gund
biguhêreHijmara rûniştiyên vî gund li gorî serjimariya Navenda Amara Îranê di sala 2716an -1395 koçê hetavî- de, 460 kes (120 malbat) bû.
Navê navdar û hin derên gund
biguhêreMamosta Ûsib kurê Bêmal kurê Simayîl kurê Kulik jidayîkbûyê vî gundî ye û heya 28 saliya temenê xwe yekser li wir jiyaye piştre ku zewicî ye mala xwe biriye bajarê Ûrmiyê û niha li wê derê dijî. Bi salan e ku mamosta Ûsibê Bêmal weke wergêr, wanebêj, wîkînivîs, wêjekol, gotarnivîs û nivîsyar(edîtor) xebata zimanê kurdî dike. Wî ji bo kovarên kurdî bi dehan gotar nivîsandine. Deh şano jî wergerandine kurdî. Çendîn pêşgotar li ser pirtûkên kurdî nivîsîne û bi dehan xwendekar jî perwerde kirine. Li ser wêjeya kurdî dixebite û car car jî hin helbestan jî vedihone. Pirtûkên helbestên wî yên bi navê RÊZEDAR, TÎRETEMEN û GULA ÛRMIYÊ hêj çap nebûne her wiha yek ji endamên serekî û damezirîner yê encumena wêjeyî ya bi navê Encumena Wêjeyî ya Nobar e.
Navê hinek cîh û aqarên vî gundî ev in: Devçem, Kemezer, Aşê xirabe, girên Ûsê û girê Mozelanê-gund ketiye nava van du giran-, Axespî, Kunekotr, Çîmenê Edo, Kanî kûsel, Guhora Dewrêş, Sûya Kanêqizanê, Mila Enherê, Berekundik, Gurgeçal, Daregêwûşk, Rêzedar, ....
Helbesteke Ûsibê Bêmal ku ji bo gundê xwe; Renîka honandiye:
Renîka!
Şa yî mîna minminîka,
Berpala te girên Ûsê û Mozelanê weka zava û bûka,
Di koşa te da zarokêd gund,
Li pêsîra te rez û bax û bostan û elind,
Li dorhêla te Kemezer û guhora Dewrêş,
Sebra zarokatiya mi bûn bi keyf û coş û nostaljî û êş
Li ber coka te ya binî rêz bûne dar; Rêzedar
Ji coka te ya serî ava Kanîkûselê diherike sar,
Li ber sîngê Mozelanê ewir pirtî pirtî dibin qetar,
Balgiyê te çem e havîn û bihar,
Û ezê şêt û şeydayî û har,
Bi zewî-zarên te dibim poleke arr,
Ewrên te firtî firtî,
Bijûniya te ji giya dagirtî,
Gul û kulîlkên te xunavgirtî,
Sîngsêvên keçên te qeşagirtî,
Çi nostaljiyeke bêqirar,
Li aşopên min werbûne nolî dûkela arr:
"xwezî dîsa zar bûma!"
Û derya derya li axê werbûma!
Û têr û têr birsî bûma!
Û bi nanê tendûrê yê tirsî,
Min birsîtiya xwe bikuşta!
Mi nedizanî hebûn çi ye,
Mi nedizanî nebûn çi ye,
Bîreweriyên min û Renîka,
Ji bo ax û ziman û kelexwezîka,
Çito pey hev rêz bûn û çûn?
Çi serhatiyên tal û şirîn û birîn!
Em birrîn,
Em birîn.