Lagos (bi îngilîzî: Lagos; bi zimanê edo: Èkó) paytextê berê û bajarê herî mezin ê Nîjeryayê ye. Xwedî keştîgeheke mezin e.

Lagos
Èkó
Mertal Al
(Mertal) (Ala)
Lagos li ser nexşeya Nîjerya nîşan dide
Lagos
Lagos
Lagos (Nîjerya)
Kargêrî
Welat  Nîjerya
Dûgel Nîjerya
Dewlet Lagos
Demografî
Gelhe 7.937.932 kes (2006)
Berbelavî 7.941 kes/km²
Erdnîgarî
Rûerd 999.6 km²
Bilindayî 5
Koordînat 6°27′08″Bk 3°24′48″Rh / 6.45222°Bk 3.41333°Rh / 6.45222; 3.41333
Wêne
Ji Lagosê

Portûgaliyan di sedsala 15em de li vir navendeke berhevkirina koleyan avakiriye. Di sedsala 19em de brîtaniyan li vir desthilatî kiriye. Aboriya bajêr li ser masîvanî, veherîna otomobîl û keştiyan, lastîk, sabûn û hilberîna bîrayê (pîvo) ye.

Li bajêr xizanî û bêkarî gelek e. Bingeha bajêr ne zexm hatiye danîn, binavayî têr nake. Hewaya wê pirr germ e. Sala 1991ê de serbajariya wê hate betalkirin. Serbajarê niha yê Nîjeryayê Abuja ye.

Bi texmînî heşt milyon kes lê dijîn. Rûerda parêzgehê 787 km² ye.

Keç û kurên Lagosê biguhêre

Girêdanên derve biguhêre