Pêkhateya Lîzozomê biguhêre

Kîsikek bi parzûn dorpêçî ye. Di hundirê wî de enzîmên herisê heye. Navlêka lîzozom ji du peyvan pêk te "lysis "+ "soma" Di zimanê latînî de wateya lysis ’nermkirin, helandin’ e. Di zimanê grekî te wateya soma ‘laş’e. Bi gelemperî xaneyên ajalan xwediyê lîzozom in, lê bi taybet, xaneyên wekî xiroka spî, ji xaneyên din pirtir lîzozom lixwe digirin. Di nav kîsikê lîzezoman de ji 40î pirtir corên enzîm hene. Hemû enzîmên lîzozomê di nav retîkûlûma endoplazmî de çêdibin û di hundirê heybera Golgî-yê de tên guhertin û paketkirin. Bi gelemperî lîzozom ji bûtikên Golgî’yê çêdibin, lê carna ji endozom jî lîzezom çêdibin. Endozom jî kisik in, kîsikê endozomê ji parzûna xaneyê çêdibe. Molekulên ko di hundirê endozomê de cih digire, ji derveyî xanêyê tên û van molekulan bi endosîtozê dikevin nav xaneyê.

Erkê Lîzozomê biguhêre

 
Di nav xaneyên ajalan de endamoka bi navê lîzozom heye.

Ji bo mirov kar û girîngiya gedeyê çi be, ji bo xaneyên ajalan jî lîzozom ew e. Lîzozom endamoka ji bo herisîna nav xaneyê yê. Lîzozom endamok û molekulên bêerk ên xaneyê diherisîne, bi vî awayê molekulên hûrik cardin di nav xaneyê de ji bo çêkirina endamok an jî molekulên gir tên bikaranîn (otofaj). Erkê sereke ya lêkosît, parastina laş ê. Dema bakterî an jî vîrus ket nava xwîna mirov, ji aliyê lêkosît ve tên qefaltin. Lekosît bi hellûşenerîyê van mîkroban digire nav sîtoplazmaya xwe û bi alîkariya lîzozoman wan diherisîne. Dema di laşê zîndewerên firexaneyî de xaneyek mir, lîzozom ew xaneya mîrî diherisîne û molekulên wê yên bikêr tevlê laşê zîndewerê dike.

Beqên ko hîn nû ji hêkê derketiye bidoçik in û wekî beqmasî tên navkirin. Beqmasî roj bi roj hem gir dibin hem jî bi metamorfozê dirfên wan ê mîna masî diguhere û dişibe beqê. Beqên bidoçik dema têra xwe civirîn, doçika wan bi alîkariya lîzozoman diqete. Herwisa dema jiyana margîsk (gumgumok) di bin xeterê de be, wê gavê ji bo xwe ji êrîşên dijmin bifilitine, doçika xwe bi alîkariya enzîmên lîzozoman diqetîne, dema doçik diqete, hê jî dilive loma êrîşkar berê xwe didin doçikê û margîsk jî baz dide û xwe di cihekî ewle de vedişêre.

Enzîmên di nav lîzozomê tenê li dorhêlên asîdî de çalak in, loma pH-ya nav lîzozomê der dora 4 e. Ji bo berdewamiya asîdîtiye, proteînên li ser parzûna lîzozome, ji sîtoplazmayê proton (H+) pompeyê lîzozomê dikin. Van salên dawî di hin weşanên zanistî de tê diyarkirin ko hin riwek jî lîzozom lixe digirin. Bi rastî, di xaneyên riwekan de lîzozom tune. Lê dibe ko hin enzîmên lîzozom di nav vakuolên riwekan de hebe. Riwek wan enzîman ji bo herîskirina molekulên nav xaneyê bi kar tînin. Ji ber ko xaneyên riwek bi dîwarê ji selulozê dorpêçî yê, xaneyên riwekan fagosîtoz nakin.

Girêdanên derve biguhêre