Lîsteya zanîngeh û xwendegehên bilind li Swêdê

Eve lîsteya zanîngehên Swêdê li gorî Qanûna Xwendina Bilind a Swêdê ya sala 1993an. Ev qanûn cara dawî di meha kanûna paşîn a 2006an de hate guherandin. Piraniya xwendegehên bilind li Swêdê dewletî ne.

Zanîngeha Uppsalayê
Zanîngeha Lundê (2014)
Zanîngeha Stockholmê (2014)

Sîstema xwendina bilind a Swêdê, ji universitet ("zanîngeh") û högskola ("xwendegehên bilind") pêk tê. Högskola du astên zanîngehê pêşkêş dikin: asta bingehîn (grundnivå) ji bo mezûnbûnê û dîplomeya akademîk a bingehîn û asta pêşketî (avancerad nivå) ji bo dîploma master (MA); zanîngeh jî ji bilî van du astan, asta lêkolînê (forskarnivå) ji bo doktorayê (PhD) pêşkêş dike.

Hin zanîngeh hîn jî bi swêdî ji xwe re dibêjin högskola, nemaze saziyên pispor ên kevnar ên di endezyariyê û nojdariyê de (mîna Enstîtuya Teknolojiyê ya Şahane KTH jê re dibêjin "Kungliga Tekniska Högskolan" û Zanîngeha Teknolojiyê ya Chalmers jî jê re dibêjin "Chalmers Tekniska Högskola"). Lê bi kurdî, hem universitet ("zanîngeh") û hem jî högskola "zanîngeh" in.

Zanîngehên dewletî biguhêre

Rêza pêşîn li gorî sala pêkanîna wan wekî zanîngehê ye. Bi tenê Zanîngeha Uppsalayê (di 1477an de hate pêkanîn [1] ) û Zanîngeha Lundê (di 1666an de hate sazkirin [2] ) bi rastî wekî zanîngeh hatine damezrandin, lê hemî zanîngehên din, ji högskola (kolêja zanîngehê) bûne bi statûya zanîngehê bilind kirin.

Du zanîngeh hene ku di bin desthilatdariya dîrokî ya Swêdê de hatine danîn; Zanîngeha Tartuyê di sala 1632an de (niha li Estonyayê ye) û Akademiya Şahane ya Turkuyê (dû re navê wê wekî Zanîngeha Helsinkiyê hat guherandin) di sala 1640î de hate pêkanîn, nuha li Fînlendayê ye.

Navê zanîngehê
(bi kurdî)
Navê zanîngehê (bi swêdî) Sala danîna
wek zanîngehê
Sala bingehanîna
xwendegehê
Hejmara xwendekaran
(FTE, 2013) [3]
Zanîngeha Uppsalayê (UU) Uppsala universitet (UU) 1477 1477 18 347
Zanîngeha Lundê (LU) Lunds universitet (LU) 1666 1425 23 539
Zanîngeha Göteborgê (GU) Göteborgs universitet (GU) 1954 1891 21 121
Zanîngeha Stockholmê (SU) Stockholms universitet (SU) 1960 1878 22 434
Enstîtuya Karolinska (KI) Karolinska institutet (KI) 1965 1810 5 641
Zanîngeha Umeå (UmU) Umeå universitet (UmU) 1965 1965 13 389
Zanîngeha Teknîkî ya Şahane (KTH) Kungliga tekniska högskolan (KTH) 1970 1827 10 544
Zanîngeha Linköpingê (LiU) Linköpings universitet (LiU) 1975 1969 15 252
Zanîngeha Swêdî ya Zanistên Çandiniyê (SLU) Sveriges lantbruksuniversitet (SLU) 1977 1775 3 515
Zanîngeha Teknîkî ya Luleå (LTU) Luleå tekniska universitet (LTU) 1997 1971 6 509
Zanîngeha Karlstadê (KAU) Karlstads universitet (KAU) 1999 1977 6 717
Zanîngeha Örebroyê (ORU) Örebro universitet (ORU) 1999 1977 7 581
Zanîngeha Swêda Navîn (MIUN) Mittuniversitetet (MIUN) 2005 1993 5 946
Zanîngeha Linnaeus (LNU) Linnéuniversitetet (LNU) 2010 1967 (Zanîngeha Växjöyê)
1977 (Zanîngeha Kalmarê)
11 663
Zanîngeha Malmöyê (Mau) Malmö universitet (Mau) 2018 1998 12 566
Zanîngeha Mälardalen (MDU) Mälardalens universitet (MDU) 2022 1977 16 000

Zanîngeha Växjöyê (1967-2009) zanîngehek bû ku niha bi Zanîngeha Kalmarê (1977-2009) re bûye yek, di sala 2010an de dibe Zanîngeha Linnaeus.

Zanîngehên högskola yên dewletî biguhêre

Högskola, saziyeke xwendina bilind e, mîna zanîngehê lê bi gelemperî piçûktir e. Berevajî zanîngehan högskola di dayîna bawernameyên doktorayê (PhD) de tixûbdar e. Hikûmeta Swêdê maf daye hin högskola ku di hin warên taybet de doktora bidin. Wekî din, piraniya högskola bi zanîngehên mezintir re peymanan çêdikin ji bo pêkanîna bernameyên doktorayê.

Zanîngeh-Högskola Navê bi swêdî Sala pêkanîna wek zanîngeh-högskola
Enstîtuya Şahane ya Hunerê 1735
Kolêja Şahane ya Muzîkê li Stockholmê 1771
Zanîngeha Konstfack
Konstfack
1844
Zanîngeha Boråsê (HB) Högskolan i Borås (HB) 1977
Zanîngeha Dalarna (HD) Högskolan Dalarna (HD) 1977
Zanîngeha Mälardalen 1977 (di 2022an de bû zaningeh)
Zanîngeha Kristianstadê (HKR) Högskolan Kristianstad (HKR) 1977
Zanîngeha Skövdeyê (HS) Högskolan i Skövde (HS) 1977
Zanîngeha Gävleyê (HIG) Högskolan i Gävle (HIG) 1977
Zanîngeha Halmstadê (HH) Högskolan i Halmstad (HH) 1983
Zanîngeha Teknîkî ya Blekingeyê (BTH) Blekinge tekniska högskola (BTH) 1989
Zanîngeha Rojava, Swêd (HV) Högskolan Väst (HV) 1990
Zanîngeha Södertörnê (SH) Södertörns högskola (SH) 1996
Zanîngeha Parastina Swêdê
Försvarshögskolan (FHS)
Försvarshögskolan (FHS) 2008
Zanîngeha Hunerî ya Stockholmê Stockholms konstnärliga högskola (SKH) 2014

Högskola û zanîngehên taybet biguhêre

Heft saziyên perwerdehiya bilind ên taybet hene ku mafê dayîna mezûnên post-lîsansê hene.

Têbînî û çavkanî biguhêre

  1. ^ Uppsala University History Girêdana arşîvê 14 çiriya paşîn 2011 li ser Wayback Machine
  2. ^ A BRIEF HISTORY Girêdana arşîvê 3 adar 2012 li ser Wayback Machine
  3. ^ Swedish Higher Education Authority (UK Ämbetet) - Annual report 2014 (bi swêdî), page 121ff (PDF), ji orîjînalê (PDF) di 12 tebax 2014 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 tîrmeh 2022
  4. ^ Swedish Council for Higher Education."List of recognised higher education institutions in Sweden" Girêdana arşîvê 2022-09-01 li ser Wayback Machine, 2019-12-04. Retrieved on 2020-08-04.