Kyushu yan jî Girava Kyushuyê, (bi zimanê japonî: 九州 Kyūshū) sêyemîn girava herî mezin a ji çar giravên sereke yên Japon e û girava mezin a herî başûrê welat e. Kyushu li başûrê rojavayê Honshū ye û li rojavayê girava Shikokuyê ye ku bi Tengava Kanmon ji Honshū veqetandî ye. Girava Kyushuyê ji Prefektorên Fukuoka, Saga, Nagasaki, Kumamoto, Ōita, Miyazaki û Prefektora Kagoshimayê pêk tê.[1] Wekî din, Giravên Ryūkyū û parêzgeha Okinawa tevlî herêma Kyushuyê ye.

Kyushu
九州 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Kyushu li ser nexşeyê
Map
Kyushu li ser nexşeya Japon nîşan dide
Kyushu
Kyushu
Koordînat: 33°Bk 131°Rh / 33°Bk 131°Rh / 33; 131
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletJapon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd
 • Giştî
  • 36.782,11 ±0.01 km² (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Gelhe
13.061.879 (2014) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Erdnîgarî biguhêre

 
Nexşeya Girava Kyushuyê.

Kyushu giravek çiyayî ye û volkanê herî çalak ê Japonê, Çiyayê Aso ku bilindahiya 1.591 mêtre bilind e li Girava Kyushuyê ye. Li Girava Kyushuyê gelek nîşanên din ên çalakiyên tektonîkî hene ku li van deveran de gelek germav (ava germ a ku ji binê erdê tê ku bi volkanan re têkildar e) hene. Germava herî navdar Germava Beppu ye ku li qeraxa rojhilat û li dora Çiyayê Asoyê ye. Girav bi Tengava Kanmonê ji Honshuyê tê veqetandin. Ji ber ku Kyushu girava herî nêzîkê Parzemîna Asyayê ye, ji hêla dîrokî ve wekî deriyê Japonê tê zanîn.[2][3]

Rûerda giştî ya Kyushu 36.782,37 km² ye ku bi vî mezinahiya rûerdê 37em girava herî mezinê cîhanê ye.[4] Lûtkeya herî bilind ê giravê bi bilindahiya 1791 mêtre lûtkeya Çiyayê Kuju ye.[5]

Navê Kyūshū ji neh parêzgehên kevnar ên wekî Chikuzen, Chikugo, Hizen, Higo, Buzen, Bungo, Hyūga, Osumi û Satsuma tê ku navê Kyūshū bi zimanê japonî tê wateya "neh parêzgehan".

Gelhe biguhêre

Nifûsa Kyushu ji sedî 10,3 nifûsa Japon pêk têne.[6] Piraniya nifûsa Kyushu li bakurê rojavayê giravê, li bajarên Fukuoka û Kitakyushu, bi korîdorên nifûsê yên ku li başûrê rojavayê Sasebo û Nagasaki û li başûrê Kumamoto û Kagoshima dirêj dibin dijîn. Ji xeynî Oita û Miyazaki, deryaya rojhilat kêmbûnek giştî di nifûsê de nîşan dide.

Ji hêla siyasî ve, Kyushu wekî keleha Partiya Lîberal a Demokrat Japon tê binav kirin.[7]

Li gorî daneyên serjimêriya Japonî, nifûsa herêma Kyushu ya bi Giravên Ryukyu (Parêzgehên Okinawa û Kagoshima) ji sala 2000an vir ve kêmbûnek mezin a nifûsê daye nîşan.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Kyushu | Facts, History, & Points of Interest | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ "Kyushu, gateway to Japan : a concise history | WorldCat.org". www.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.
  3. ^ "Japan encyclopedia | WorldCat.org". www.worldcat.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.
  4. ^ "GSI HOME PAGE - 国土地理院". www.gsi.go.jp. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.
  5. ^ "Japan Ultra-Prominences". www.peaklist.org. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.
  6. ^ Boquet, Yves (19 nîsan 2017). The Philippine Archipelago (bi îngilîzî). Springer. ISBN 978-3-319-51926-5.
  7. ^ "Japanese voters want a plan to handle a declining population". The Economist. Roja gihiştinê 18 kanûna paşîn 2023.