Kurdên mesîhî
Kurdên xiristiyan, ango kurdên fileh, ew kurdên ku baweriyê bi dîna Îsayê Mesîh tînin. Ji mêj tê nasîn, ku hindek êlên kurd di demên pêşîn mesîhî ango xiristiyanî qebûl kiribûn.
Ji navdarên êlên Kurdên mesîhî herdu êlên ku ji alî dîroknasê islamî yê binavê Elmesûdî hatibûn behskiririn.[çavkanî hewce ye] Navê van herdû êlên kurdên mesîhî Yaaqibe ango Yaqûban û Cewzeqn ango Hûrikan bûn, û welatê wan çiyayê Cûdî û derdora wê bû.
Ji demên islamiyên paşîn û demên osmanî ve, bi kurmancî navandina fileh dihat û ta îro jî tê bikaranîn ji dêla mesîhî. Sedema vê navandina têkiliya mesîhiyan bikarê felahî ango çandinê bû, ku bi gelemperî li gund û bajaran rûdiniştin û cotyarî dikirin. Çunku di wan deman de pirraniya êlên kurd misilman bûn û rengê jiyana wan koçerîtî bû, ku karên felahî nedikirin.[çavkanî hewce ye]
Di demên paşîn de jî hinek dîroknasan li ser kurdên mesîhî nivîstin, mîna rojhilatnasê alman Lerch, ê ku mijûlê kurdên filehên êla tiyarî bûbû li herêma Hekarî.
Di dema nûjen de jî hin nivîskaran mesîhiyên kurd zikr kirin, mîna Zekeriya Wesfî ê sûrî, ku li gor gotinên wî pirraniya êla Hevêrkan ya li Rojava mesîhî bû.
Bitevku piraniya wan mesîhiyên kurdnijad îro nasnameyeka din ji xwe re bijartine, hejmara kurdên mesîhî ên ku nasnameya Kurd diparêzin, roj bi roj pirtirdibin, jiberku gelek kurd ola xwe diguherînin ango derbasî ola xiristyan dibin.