Kongreya Erzîromê
Kongreya Erzîromê kongreyeke neteweperwerên tirk (osmanî) bû ku di navbera 23ê tîrmehê û 7ê tebaxa 1919an de li bajarê Erzîromê ji aliyê Komeleya Parêziya Mafên Rojhilatê Anatolyayê (Şarkî Anadolu Müdafaa-i Hukuk Cemayeti) ve hatiye pêkanîn[1] û armanca wê parastina dewleta Osmanî li dijî hêzên dewletên hevgirtî bû.
Piştî ku dewleta Osmaniyan di cenga cîhanî ya yekem de bindest derket, dewletên hevgirtî di serê sala 1919an de kongreya sulh û aştiyê li bajarê Parîsê amede kirin û biryara serxwebûna gelên ku di bin Osmaniyan de ne girtin.
Li hember vê biryarê tirk liviyan, dest bi xapandinan kirin. Misto Kemal çû bajarê Erzîromê, şêx, axa û serokên kurdan civandin û li wir kongreyek li dar xist, vê mesajê da wan:
“ | "Gelê Kurdan! Em birayên hevin, dînê me yeke, kafir dixwazin me bixin bin desê xwe, me teslîmî ermeniyan bikin, dîn ji dest diçe. Welat ji dest diçe, namûs ji dest diçe, ez soza namûs û serefê didim we ku em bi hevre li hember wan derkevin, wan ji welat dûrxin, Emê weke bira rûnên hemû mafên kurdan bidinê". | ” |
Bi vê axaftina xwe ya du rûtî ew hemû qanî kirin, ew xapandin, xistin aliyê xwe, bi vî awayî azadiya Kurdistanê pelişandin.
Çavkanî
biguhêre- ^ David McDowall (1996). A Modern History of the Kurds. I.B. Tauris, London-New York
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |