Girêcana Êlektrayê

(Ji Kompleksa elektrayê hat beralîkirin)

Girêcana Êlektrayê an jî Kompleksa Êlektrayê rêmanek, têgînek derûnînasiyê ye, ji aliyê Sigmund Freud ve hatiye derxistin. Forma mêyî ya kompleksa oîdîpûsê ye. Ango kompleksa oîdîpûsê li cem lawan, a Êlektra jî xwe li cem keçan dide der.

Di pêvajoya kompleksê de keçzarok wekî ku dil bikevê, hez ji bav dike, bala xwe bi giştî dide bavê. Di heman demê de bi hestên bîzî û kerixînî, nefret jê diya xwe dike. Bi diya xwe re dikeve hemberiyê, pozberiyê.

Bêjenasî biguhêre

Navê Êlektra ji efsaneyeke yewnanî tê. Elektra bo heyfa bavê xwe Agamemnon bistîne, diya xwe Klîtemnestrayê (Κλυταιμνήστρα) dikuje.

Sigmund Freud dibêje li cem keçzarokan pêdiviya yan daxwaza penîsê heye û ev yek ne rasyonal lê di binhişara wan de cih digire. Tevgerên femînîstan vê nêrînê rexne dikin. Keçzarok bi giştî dixwaze penîsê ku bûye sedemê jidayîkbûna wê qedirbilind bike. Van hestên nerasyonal hêdî hêdî keçzarokê evîndarê bav û dijberê dê dike.

Wekî oîdîpûskompleksê di elektrakompleksê de jî divê dê-bav şaşiyan nekin, bi ser zarokan de neçin, bihêlin vê pêvajoyê bi kêfa xwe derbas bikin, bêî qeza û bela derbas bikin. Heger zarok bên cezakirin an bêrûmetkirin, bandora xwe bi neyînî li tevahiya jiyana wan dike. Herwiha dê-bav di riya zarokan de jî neçin, ev jî xetereya însestê bibîrtîne, zarok dikarin viya wekî însestê binirxînin,

Herwiha binêre biguhêre

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre