Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê Закавказская Социалистическая Федеративная Советская Республика | ||||||
| ||||||
| ||||||
![]() | ||||||
Dîrok û bûyer |
---|
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê yan jî Komara Sosyalîst a Sovyet a Piştqefqaza Federatîv (bi rûsî: Закавказская Социалистическая Федеративная Советская Республика, bi kurtî: ЗСФСР) komareka YKSS'ê ko di sala 12'ê adara 1922'an li Tîflîsê hatibû îlankirin bû. Tîflîs jî paytexta wê bû.
Di 30'ê berfanbara 1922'an de jî Yekitiya Komarên Sovyet ên Sosyalîst (UYKSS) ji aliya dewletên Komara Federatîfa Rûsyayê Sovyêt ên Sosyalîst, Komara Sovyet a Sosyalîst a Ûkraynayê, Komara Sovyet a Sosyalîst a Belarûsê û Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê hat sazkirin.
Komara Sosyalîst a Federatîv a Sovyet a Piştqefqazê yekîtiyeka ji Komara Sovyet a Sosyalîst a Ermenistanê, Komara Sovyet a Sosyalîst a Azerbaycanê û Komara Sovyet a Sosyalîst a Gurcistanê de pêk dihatbû. Ji bo mihelafetên ji hêla komûnîstên gurcî û azerbeycanî ve ew federasyona di 5'ê berfanbara 1936'an de ji aliyê Lawrenti Beria ve hat belavkirin û Komarên sosyalîst ên ko belav bûn teva YKSS bûn.