Koma Marsis komeke Lazî yê ku muzika Rock pêşkêş dike, ye.

Koma Marsîs
Eslê komê Laz, Behra Reş
Stîla komê Muzîka Behra Reş, Rocka Lazî
Etîket Kalan Muzik
Malpera komê http://www.marsis.biz
Endamên komê
Korhan Özyıldız (deng)

Ceyhun Demir (kemançe)

Mustafa Gökay Ferah (cewar)
Çagatay Kadı(gîtar)
Evren Arkman (gîtara bas)

Yaşar Kadir Baş (def)

Derheqa koma Marsîs biguhêre

Koma Marsîs di sala 2007an de ji aliyê Ceyhun Demir ve hate avakirin. Marsîs navê çiyayê herî bilind ê Kaçkaran e û li Rîze radixweste. Kom i xwe li gelek der û festîvalên mezin ên Tirkiye - wekî Barışarock (2007), Zeytinli Rock Fest (2008) û Livane - derketiye ser sehneyan.

Piştî xebateke dirêj koma Marsîs di sala 2009an de albuma xwe ya yekemîn a bi navê "Marsis" pêşkeşiyê hezkiriyên xwe kir. Di xebatên albumê de hunermendên wekî Selim Bölükbaşı û Ayşenur Kolivar jî cih girtine. Herwiha, dengê Nurdoğan Demir Abaşişi (ku stranbêjeke Lazî yê gelek nas e û bavê solîstê koma Marsîsê ye) û dengê Emine Ana jî di abumê de tên bihîstin.

Muîka koma Marsîs senteziyeke muzikat etnîkî ya Lazî û muzika Rockê ye.

Dîskografî biguhêre

2009 - Marsis

Çavkanî biguhêre