Kolana Eşêfçiya çarşiya navdar a Amedê li nav sûrê (navenda bajêr), li taxa Balixçîlarbaşiyê ye.

Kolana Eşêfçiya berê ji serî heta dawiyê hemû eşêfçî bûn. Lê îro li vê kolanê zêde eşêfçî nemane û piraniya wan bi karekî din mijûl dibin. Di vê kolanê de beriya çend salan çend dikanên esnafan hebûn.

Îro seranser bi esnafên wek cilfiroş, cawker, xalîçefiroş, firaqfiroş û hwd. ve hatiye dagir kirin. Di hin goşe û quncikan de çend eşêfçî mane, ji wan yek jî pîrikeke heftê salî bû. Ez çûm cem wê û min jê du-sê tişt pirsî, wê ewha bersiv da min; “Ez pêncî sal e li vê kuçê me. Berê ev kuçe tije eşêfçî bûn, hema îro kes nema, qedyan. Ez rojê deh milyon qezenc dikim. Bi vî pereyî debara mala xwe dikim. Perê ku ez qezenc dikim pir hindik e lê ez çer bikim, Diyarbekir feqîr e û ez mecbûr im, ji xwe re li vê derê risqê xwe derdixim.”

ÇAYFİROŞÊ SEYAR Ê KOLANA EŞÊFÇİYA

biguhêre

Li Kolana Eşêfçiya li dikanekê bûm mêvan, çayfiroşekî seyar çay anî da destê me, min jê pirsî, “tu li vê kolanê çayfiroşî dikî. Tu rojê çi qas pere qezenc dikî?” Çayfiroş bersiv da min got, “welle qasî panzde milyonî qezenc dikim.” Min got, “baş e, lê ev pere pir hindik e. Tu zewicandî yî, zarokên te jî hene. Ma ev pere qîmî te dike?” Got, “Tobe heram be! Ez nikarim bi vî pereyî debara xwe bikim. Ez ne memnûn im, lê nexebitim ez ê bi temamî rezîl bibim. De ka ez çi karî bikim?”