Koda welatan
(Ji Koda welat hat beralîkirin)
Koda welatî ji bo welatan û deverên girêdayî kodeke nasnameyê ya alfanimreyî ya kurt e. Emilandina wê ya esasî ji bo karpêkirina daneyan û komunîkasyonê ye. Gelek sîstemên tesbîtkirina nasnameyê hatine pêşxistin.
Terma koda welatî bi gelemperî ISO 3166-1 alpha-2 amaje dike, tevî koda welatê ya telefonê, ku di pêşniyara E.164 ya Yekîtiya Telekomunîkasyona Navneteweyî (ITU, International Telecommunication Union) de cih digire.
ISO 3166-1
biguhêreStandarda ISO 3166-1 ji bo gelek welatan û deverên girêdayî kodên nasnamekirinê yên kurt diyar dike:
- ISO 3166-1 alpha-2: koda du-herf
- ISO 3166-1 alpha-3: koda sê-herf
- ISO 3166-1 numeric: koda sê-xane
Kodên du-herf wekî bingeh tên bikaranîn ji bo kod û sepanên din, wekî nimûne,
- ji bo kodên yekeyên pereyî ISO 4217
- tevî jêqetanan (îstisnayan), ji bo koda welatî navên domain-ên asta jorîn (ccTLD) li ser înternetê: Lîsta TLDyên Înternetê.
Tetbîqên din di ISO 3166-1 alpha-2 de hatine tarîfkirin.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |