Ji bo maneyên din li Koço binêre.

Koço (bi tirkî: Yıldırım), gundekî girêdayî navçeya Giyadîna bi ser Agirîyê ve ye.

Koço, Giyadîn
WelatBakurê Kurdistanê
ParêzgehAgirî
NavçeGiyadîn
Bilindahî
2052 m (6732 ft)
biguhêreBelge

Erdnîgarî

biguhêre

Dûrahiya gund û Agirî yê 67 km ye, dûrahiya gund û Giyadîn ê jî 7 km ye

Navê gund heyanî sala 1928an jî Koço bû, lê paşê hat guhertin bû Yıldırım.

Kela Koço li vî gundî ye, li ser kelê gelek mal û xanîyên hilweşiyayî û bîrên avê yên ziwa bûyî û tirbên Ûrartûyan hene. Û hema ji her derê kelê kûzikên/ dîzikên şikestî derdikevin, xêynî van tiştan tê texmîn kirin ku berê di gund de Ermen û Kurdên Êzîdî jîyane, di nav goristana gund de gelek tirbên Ermenan hene, kesên li vî gundî dema sond dixwin wek nîşana Êzîdîyetîyê li ser Mishefa reş sond dixwin.

Gelhe/ Kes

biguhêre
li gor salan
2019 42 kes
2018 45 kes
2017 45 kes
2016 44 kes
2015 44 kes
2014 56 kes
2013 72 kes
2012 82 kes
2011 105 kes
2010 112 kes
2009 87 kes
2008 107 kes
2007 96 kes
2000 113 kes