Kiwex
Kiwex, an jî Kofex (bi tirkî: Mağaraköy) gundekî navçêya Hezexa ser bi Şirnexa li bakurê Kurdistanê ye.
Kiwex
Kofex | |
---|---|
Mağaraköy | |
Koordînat: 37°17′20″Bk 41°34′7″Rh / 37.28889°Bk 41.56861°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Şirnex |
Navçe | Hezex |
Nahiye | Basibirin |
Bilindahî | 1.095 m (3593 ft) |
Nifûs (2011) | 6[1] |
Koda postayê | 73300 |
Koda telefonê | (+90) 486 |
biguhêre |
Erdnîgariya gund
biguhêreLi Rojhilatê gund du gundên Suryaniyen bi navê Sarê û Basibirin hene, li bakurê gund Soran û Kiferp (li Kiferpê berê Suryanî bi piranî bûn, niha kesî Suryanî li gund najî) û li başûrê jî Ziwenga Adirman, Kirse, Barahka, Derpû û Bahnimn hene. Ev Ziweng bi giştî berê gundê êzîdiyan bûn, demekê di destê misilmanan dabun, lê ji salên heşteyî û vir de êdî yek bi yek vala bûn. Li rojavayê jî gundê Derikê û Qartmin hene (Derik ji sala 1993'a ve xerabe ye). Derdorê Kîwexê çiya ne û bi giştî darê berû hebûn. Li Kîwexê di demsala havînê de weke li hemû herêmê germ digihişt + 45 °C û zivistanê jî pir sar bû û serma digihişt heya -25 °C.
Jiyana gund
biguhêreKiwex, bi gistî ser bî ola êzîdîtiyê bûn û di salê heştêyî da nezîkê 60 malî lê dijîn. Xaniyên Kiwexê ji keviran hatibûn avakirin. Ava gund ji çala dihat peyde kirin û her malek ji hindikayî çaleke xwe hebû. Tenduristiya mirovan li gund bi piranî mirovên kal bi xwe dikirin (ji wan re "hekîm" digotin). Her çiqas milkê Kîwexê ji bo çandiniyê jî hebû, bi pirani aboriya gundiyan bi xwedîkirina pez bû. Rez li Kîwexê pir hindik bûn, çandiniya werza jî pir kêm bû, lê darê behîva, hejîr û hinar jî li Kîwexê hebûn û li sîsla wêjî pir dartahm û geyayên cude hebûn.
Gelhenasî
biguhêreSal | Gelhe[2] |
---|---|
2011 | 6 |
2000 | 336 |
1990 | 59 |
1985 | - |
Çavkanî
biguhêre- ^ tuik, 2011, ji orîjînalê di 7 kanûna pêşîn 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 2 sibat 2012
- ^ Yerelnet, Mağaraköy, ji orîjînalê di 13 gulan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 8 kanûna pêşîn 2010
Girêdanên derve
biguhêre- Malpera gundê Kîwexê Girêdana arşîvê 2017-06-21 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |