Kirmanciye binavkirineke ji bo herêmên ku lê kirmanckî (kirdkî, zazakî, dimîlkî, ginî) tê axavtin. Pirranî di stranan de tê bikaranîn. Li herêma Dersîmê hin caran di wateya "Dersîm" de jî tê bikaranîn[çavkanî hewce ye].

Ji aliyê sosyolojîk ve ji herêmên ku çand û baweriya Dêrsîmê (Îtîqadê Dersîm) lê dijî tê bikaranîn. Herçendî kurdên kurmancî diaxivin li Sêwas û Qoçgîryê hene jî, ji bo herêmên wan jî Kirmanciye dibêjin. Lewra ew Kurd baweriyên Dêrsîmê jî dihewînin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre