Kîrkê

Di mîtolojiya yewnanî de efsûnkar û pîrebokek
(Ji Kirkê hat beralîkirin)

Kîrkê di mîtolojî û ola yewnanî ya kevn de efsûnkar û xwedawenda piçûk e. Ew yan keça tîtan Hêlios û nîmfê okeanîd Persê an jî keça xwedawend Hekatê û Eêtês e.[1] Mêdeia û Ariadnê xwarzêyên wê ne.

Kîrkê
Κίρκη Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perestvandînê Yewnanistana kevnare Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
TekstOdîseya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ZayendMê li ser wîkîdaneyê biguhêre
Agahiyên kesane
Dê û bav
Xwişk û bira
Hevjîn
Zarok
  • Agrios
  • Auson
  • Ardeas
  • Têlegonos
  • Latînos
  • Kasîfonê
  • Anteas Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
XanedanTêlemaxos Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Mîta Kîrkêyê biguhêre

Ew pîreboka girava Aîaîeyê bû. Hêzên wê yên herî navdar şiklê mirovan dikir beraz. Ji xwe lehenga mezin yên Mîtolojiya yewnanî Odîseûs jî ji wê hêzê re tekoşîn kiribû.

Odîseus û hevalên wî yên sax mayî piştî rizgarbûna li welatê Lîstrîgoniyan hatin girava Kîrkêyê. Kîrkê dizaniya ku ew ti bên. Ji bo wan efsûnan amade kiribû. Leşkeran derketin giravê hatin qesra Kîrkeyê. Li wir di heywanên kovî -ku demekê berê ew jî wek wan mirav bûn- rast hatin. Pîrebok pê çova xwe şervanan kire beraz.

Hermês, ilacan da Odîseusê ku xwe ji efsûnên Kîrkêyê biparêze. Rasta hev hatin Kîrkê fêm kir ku efsûnên wî li hember lehengê kêr nedihat. Odîseus ji wê xwest ku hevalên wî dîsa bike mirov. Kîrkê li hemberî wî daxwazê şerta tekiliyên cinsî ji wî re pêşkeş kir. Odîseus neçar ma qebûl kir. Leheng û hevalên wî salek mane wî giravê, leheng mêrîtî ji pîrebokê re kir. Çaxê derketina rê Kîrkê ji wan ra alikarî kir. Rêya xilasbûnê nîşa Odîseus kir. Ji wî re got: "Here dinyaya bin erdî peyamnerê kor Tîresiosê bibîne ji wî peywiran bistîne.

Piştî çûyîna Odîseus du zarokê Kîrkeyê çêbû ji Odîseusê. Lehengên bi navê Agrios û Latinos bûn desthilatdarê Tîrsenan.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Circe | Greek mythology | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 3 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ (1015) Teogonîa-Hêsîodos