Kilama Arixê
Kilama Arixê straneke şînê ya gelerî ji herêma Koçgiriyê ye. Ev stran piştî dengkirina Nilufer Akbalê di destpêka 1990an de hat nasîn. Serrastkirina qisan û awaz ji aliye Hasret Gultekîn ve hatibûn çêkirin.
Çîrok biguhêre
Di erdhejaya Ezirganê ya di sala 1939an de, zêdetirî 30 hezar mirov jiyana xwe ji dest didin. Erdheja ne tenê li Ezirganê, gund û bajaran xirbe dike. Li parêzgeha cîran, li Sêwasê jî xîzan mezin e. Tenê li Arixê, gundekî Macîrana Koçgiriyê, 200-300 kes jiyane xwe ji dest didin. Pîrekek di şîna wan de vê strana şînê dilorîne.
Gotin biguhêre
Kilama Arixê Arix dibên lê gundê Saran De lê lê lê Hîvek vêket |
De lê lê lê lê Arix dibên li devê çayê De lê lê lê De palê palê |