Kezebtirşa Sêrtê
Kezebtirşa Sêrtê, kezebê tirşî navê xwarineke Sêrtê ye. Xwarineke quşxaneyê ya bigoşt e. Ji parêzgeha Sêrtê belav bûye, yan jî wisa tê zanîn.
Berkelî biguhêre
Çêkirin biguhêre
Jî têkela kufteyê gilolikan (kufteyên biçûk) amade bikin. Kezeb, ceger û dil tîke bikin (tîkegoşt), bişon, heya ava xwe kişand di quşxaneyê de biqelînin.
Rûn berdin navê, pîvaza hûrkirî jî û biqelînin. Hinek jî bi mergeyê biqelînin. Nok û avê tevlî bikin, heya goşt keliya bikelînin. Bi xwêyê kelekî pê bînin, kufteyan bavêjinê. Hêj kufte baş nekelîne ava bisimaqê tevlî bikin û kufte keliyan jî ji ser agir daynin.