Kevirê Hirçê peykereke ji bermahiyên kevnar ê gundê Anêrê ye. Ji kevirekî yekpare yê bi rengê spî bi awayê mîmariya peykerên dema Aqqoyîniyan hatiye çêkirin. Pekan e ku peykerê peza mêşinî be. Ji ciyê wî yê nav goristana gund hatiye hilanîn û li ber derê mala Sertifê Cindî hatiye edilandin. Tê gotin dema li ciyê xwe yê berê bûye li ser qeîdeyeke spî bûye û çend jî 'kudikê' wî hebûne li dorê. Ku peyker hatiye şibandinê û weke hirç hatiye binavkirin her wusa çêjikên dorê jî weke kudik têne vegotin. Pêkan e ku ew çêjikên li dorê jî berxên peza mêşinî bin. Mixabin îro ew çejik wenda ne lê Kevirê Hirçê li ber derê mala torinê Sertifê Cindî ne.

Çavkanî biguhêre