Kemal Badilli siyasetmedar û zimannasekî kurd e ku di sala 1923yan de li bajarê Rihayê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û ya navîn li Rihayê, lîseyê jî li Stembolê Qabataşê dixwîne paşê dîsa li Stembolê Fakûlteya dadî ya Zaningeha Stembolê diqedîne û dibe parêzer. Di hilbijartinên sala 1961ê de ji partiya Tirkiyeya Nû (Yeni Türkiye Partisi) dibe parlementer û diçe Enqereyê, ji xeynî mebûsiyê li ser zimanê kurdî gelek serê xwe diêşîne û di sala 1965an de pirtûka xwe ya bi navê Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer - Kurmancî diweşîne her wiha helbestên wî jî hene û di sala 1975an de koça dawî dike.

Kemal Badilli
Jidayikbûn1923 - Riha
Mirin1975 - Stembol
PîşeParêzer, Siyasetmedar, Zimannas, Nivîskar
NeteweKurd
Berhemên navdar
biguhêreBelge

Berhem biguhêre

  • Türkçe İzahlı Kürtçe Gramer - Kurmancî
  • Türkçe Açıklamalı Kürtçe Lügat
  • Kürtlerin Sosyolojik Durumlarıyla İlgili İlmi Bir Etüd
  • Şi’rê Kurdî

Çavkanî biguhêre