Zimanên keltî

(Ji Keltî hat beralîkirin)

Zimanên keltî ew zimanên ji proto-keltî hatin afirandin û yek ji şitleke malbata zimanên hind û ewropî ye. Li berî zayinê ew li tevayiya Ewropa dihatin axaftin. Îroj zimanên keltî li Keyaniya yekbûyî ya Brîtanya, Îrlanda û Bretanya (li Fransayê) tên peyivîn.

Welatên îroyîn şeş zimanên keltî tên axaftin

Zimanên proto-keltî wiha pareve bûbûn:

Mirov dikare zimanên keltî wek zimanên keltî yên parzemînî û zimanên keltî yên giravî an yên giravên brîtanyayî bike du paran. Li wan zimanên keltî yên parzemînî bi tunî mirine. Zimanên li pêmanî zimanên giravî yên îroyîn wiha parve du paran dibin.

Zimanên goidelî îroj li Brîtanya wek îrlandî, skotlandî û manks tên axaftin. Skotlandî li bakur-rojavayayê Skotlandê, Îrlandî jî li Îrlandayê tê axaftin. Manks bi tenê ji aliyê wan kesên bi zimên re alîkadarî dibin tê xeberdan.

Zimanên britonî walesî, kornî û bretonî ne. Kornî di sedsala 18'an de mirî bû jî îroj xebatên ji bo şunda vejandinê hene. Walesî li bakura Walesê tê dengkirin. Bretonî jî li Bretanya û hin giravên Brîtanya tê axaftin.

Skotlandî îroj li Kanadayê jî tê peyivîn.

Zimanên keltî

biguhêre

Zimanên goidelî

biguhêre

Zimanên britonî

biguhêre