Keleha Zernekê yek ji kelehên Wanê ye.

Tê gotin ku kele, ji aliyê Mîrên Zernekê, Îbrahîm Beyoglû ve hatiye çêkirin. Ji ber ku nivîsteka wî nebûye, mêjûya çêkirina wê jî nayê zanîn. Kela Zernekê li rojavayê gund, li ser zinarekî asê hatiye çêkirin. Ji ber ku kele keleyek hundirîn e, tenê rêveber û giregir tê de dikarin rûnin. Keleha ji koşk, harem, xwaringeh û hemaman pêk tê. Ji aliyê rojhilat-rojava ve dirêj dibe. Koşka, bi aliyê rojhilatê kelê ve ye ji bo Mîrê Zernekê hatiye veqetandin. Koşk çar qat e û tevahiya koşkê bi kevirên xurdek hatiye çêkirin. Lê mixabin beşek wê ya giring hatiye xirakirin. Di aliyê bakûrê koşkê de, ji bo her qatê sê şibak û qata jor jî du şibakên mezin hene. Têketina koşkê ji aliyê bakûr ve çêdibe. Derî, ji der ve lakêşe ye û di hundir jî bi kember e. Piştî derî, ji bo çûyîna qatan pêlekanên darîn peyda dibin. Jêrzemîn jî çar odeyan pêk tên. Taybetiyên qata yekem û jêrzemîn weke hev în. Têketina jêrzemînê jî bi pêlekanên darîn pêk tê. Qatên koşkê yên duyemîn û sêyemîn li gor qatên din pirtir xerabûne. Harem li rojavayê kelê, li pişt xwaringehê cih digirie. Di hemama bakurê koşkê de, di roja îroyin de bi tenê derîyekî bi kember ma ye. Beşeke mezin ya avahiyê hatiye xirakirin.

Çavkanî biguhêre