Keleha Aldûşê li navçeya Aldûşê ser bi parêzgeha Adiyemanê ya Bakurê Kurdistanê wek birceke çavdêriyê ya leşkerî li kêleka Çemê Firatê hatiye lêkirin. Dîroka wê vedigere Serdema Navîn û tê bawerkirin ku di sedsala 2an de hatiye avakirin.

Keleha Aldûşê
  • Keleh Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Birc di sala 2022an de ji aliyê şivanekî gundê Bibalê ser bi navçeya Aldûşê hatiye dîtin. Piştî lêkolîna Rêveberiya Muzexaneya Semsûrê hat diyarkirin ku ev der birceke leşkerî ye. Li gor pisporên muzexaneyê niha tenê bermayên birceke çavdêriyê ya leşkerî mane û li herêmê xûrdekên seramîk û mozaîkan jî hatine dîtin ku ev dide xuyakirin li vê derê kelehek hebûye.

Keleha dîrokî ji du beşan pêk tê, keleha derve û keleha hundir. Di keleha derve de leşker û xelk mane û li keleha hundir jî zêdetir kesên rêveber. Li derdora kelehê jî bermayên seramîk ku dîroka wan vedigere sedsala yekem heta serdema nêzîk hatine dîtin. Tê xuyakirin ku li vê derê jî ev cihê çavdêriyê bo parastinê hatine çêkirin.

Parêzgeha Semsûrê navenda şaristaniya Kommageneyê ye Keleha Aldûşê dîroka wê vedigere sedsala 11an berî zayînê. Li navçeyê berî niha jî li Çiyayê Kimmel û Geliyê Aldûşê bircên çavdêriyê hatibûn dîtin û li gor lêkolînan ev bo ewlekariya şaristaniyan hatine bikaranîn.[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ "Li Semsûrê birceke çavdêriyê ya dîrokî hate dîtin". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 29 gulan 2024.