Kelandina deqsorê, deqsorkelîn, keledoşiya deqsorê cure xwarineke masiyan a ji koma xwarinên masiyan û çêjên deryayê û koma xwarinên quşxaneyê ya pêjgeha kurd e. Gelên cîran jî vê xwarinê dizanin.

Li tevayî herêmên Kurdistanê deqsor tê qelandin, lê kelandina wê bêhtir li Tolhildanê tê kirin. Kurdên Anatoliyaya Navîn û kurdên cihû jî kêm-zêde deqsorê dikelînin, xwarinên wiha didin ser.

Berkelî (bo çar kesan) biguhêre

  • 4 deqsor (pakijkirî û hinekê mezin)
  • 250 gr kuvark (karok, fîqerojk, kumik, kakvîk, kivkark)
  • 70-80 gr rûnê nivişkî (an margarîn)
  • 4 pelên defneyê (qar)
  • 3 fringî (tomatos, bacana sor)
  • Ava 3 nîvê lîmonê (1,5 serî)
  • 3 îsota serîtûj û stûr
  • Kevçiyek tirşîna avî
  • Xwê (solin)
  • Îsota reş

Çêkirin biguhêre

  1. Di sêniya kûr yan beroşê de dikele. Bacanên sor bi gloverkî tên birrîn û li sêniyê rêzkirin. Masiyên hundirê wan pakijkirî ne li ser tomatosan tên raxistin. Hin şelên bacanên sor jî di nava masiyan de tên danîn.
  2. Bîberên dendikên wan hatine derxistin dirêjî yan xelekî tên tîkekirin û wan li ser masiyan radixin. Kuvarkên (karokên) duşelîkirî, tirşî, pelên defneyê tê tevlîkirin.
  3. Dûv re ava lîmonê pê dikin û heya ser re bibihure avê dixin nava sêniya kûr yan beroşa kûr. Xwê, îsota reş pê tê werkirin û bi qasî nîv katjimêrê tê kelandin. Li ser daxwazê sîra kutayî jî dixinê.