Katharina Schwabedissen

Siyasetmedarekî Alman

Katharina Agnes Ulrike Schwabedissen (z. 1972 li Bielefeld) siyasetvaneke Alman e.

Katharina Schwabedissen
Jidayikbûn8 kanûna pêşîn 1972 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Hevwelatî Almanî
Partiya Siyasî
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Kurtejiyan biguhêre

Katharina di malbateke keşîşî ya ku bieslê xwe ji Gladbeckê ye ji dayik bû ye. Pêşiya xwendina felsefe û dîrokê, hînê pîşeya hemşîretîyê bûye. Niha li bajarê Wittenê dijî. Katharina Schwabedissen berî avakirina partiya Alman a çepgir (Die Linke), ji 2005'an şûnde ve di partiya WASG'ê de endama kargêriyî ya eyaleta NRW bû.[1] Ji roja avakirina partiya çepgir û vir de endama vê partiyê ye.

Di sala 2008'an de, di civîna partiyê ya eyaletî de Katharina Schwabedissen wek peyvdara partiyê ya eyaletî hate bijartin. Du salan şûnde, di 2010'an de bi Hubertus Zdebel ve bû pêşewaya partiya çepgir a eyaleta NRW. Di hilbijartinên eyaletî yên 2012'an de namzeta pêşeng a partiya xwe ye.[2]

 
Katharina Schwabedissen (2010)

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Wittenerin Katharina Schwabedissen Landessprecherin der Partei DIE LINKE., ji orîjînalê di 28 tîrmeh 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 gulan 2012
  2. ^ Die NRW-Linke setzt auf Katharina Schwabedissen, ji orîjînalê di 4 nîsan 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 6 gulan 2012