Karl May

Nivîskarê alman

Karl Friedrich May ( jdb. 25'ê reşemiya 1842 li Hohenstein-Ernstthal , Almanya; m. 30'ê adarê 1912 li Radebeul (Almanya) nivîskarekî alman bû.

Karl May
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Mirin
Cihê goristanê
Karl-May-Grab (Radebeul) (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê jidayikbûnê
Karl Friedrich MayLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Kingdom of Saxony (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Pîşe
Romannivîs, nivîskara pirtûkên zarokan, senaryonivîs, awazdaner, nivîskarLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Emma Lina Pollmer (d)
Klara May (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyê hunerê
Pop novel (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Xebatên navdar
Winnetou (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
şanenava Karl May
Şanenav
Wêneyê goristanê

 

Karl May yek ji nivîskarên herî berîner yê romanên serpêhatî ye û yek ji nivîskarên ku herî zêde têne xwendin û, li gorî UNESCO, yek ji nivîskarên ku herî zêde wergerandine alman e. Çapên cîhanî yê berhemên wî bi 200 mîlyonî heb têne hesibandin, ji wan 100 mîlyon heb li Almanya.

Ew herî baş ji bo çîrokên xwe yên rêwîtiyê, ku bi piranî di sedsala 19an de li Rojhilatê, Dewletên Yekbûyî û Meksîkê de cih digirin, çêtirîn dihat zanîn. Romanên di derbarê çermsor Winnetou de, ku di sê beşan de qusandin bûne, bi taybetî navdar bûn. Piraniya berhemên wî hatin e fîlmandin , ji bo şanogehê hatin adaptekirin, di nav lîstokên radyoyê de hatin çêkirin[1]an jî wekî xêzeroman hatin e bicihkirin.[2]

Jiyana wî biguhêre

Karl May ji malbateke hejaran bû, ew zarokê pêncemîn bû, di nav 14 zarokan de, ku 9 ji wan yekûyek ji ber hejariyê, nexweş ketin û mirin. Dilê wî di ciwaniyê de li ser musîk û helbestê bû, fantaziya wî bi zûkî diyar bû, û dest bi xwendina xwe ya wêjevanî di sala 1865 li Waldenburgê kir, hema ji ber ku wî şeş mûmdan diziyan, ew ji dibistanê hate avêtin. Pişt re ew pir caran ji ber diziyê an bedkariyan hate zindankirin, û di zindanê de dema xwe bixwendina pirtûkan derbas dikir, û bêtir pirtûkên ku misiyoner û rêwiyan, dîroknas û olnasan, li ser gelan û welatên dûr dinivîsandin… Weku ew bi zûkî pir caran hatibû girtin û tawanbarkirin, wilo jî, demekê pişt re, wî bi zûkî baştirîn xelatên wêjevaniyê standin. Bi ser de jî, li Amerîka belgenameya Doktoriya Rûmetê (Doctor honoris causa) ji aliyê zanîngeha Amerîkî ya Almanî ve, li Chicago, bo wî hate dayîn.[3]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Geschichte der Karl-May-Hörspiele". Karl-May-Wiki!.
  2. ^ "Portal:Comics". Karl-May-Wiki.
  3. ^ "anmeldung". www.pen-kurd.org. Ji orîjînalê di 17 kanûna pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 1 nîsan 2018.